Jin li Berlînê ji bo Nagîhan û Jîna meşiyan

Li Berlînê bi hezaran jin daketin qadan û gotin, "Li hemberî sîstemên faşîst ên ku ji Nagîhan û Jînayan ditirsin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Li paytexta Elmanya Berlînê jin ji bo endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî daketin qadan û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" biryardariya li ser têkoşînê nîşan dan.

Bi banga Meclîsa Jinê ya Dest-Dan bi hezaran ji jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û enternasyonalîst nîvê şevê li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Piştre bi navê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Li cografya Kurdistanê bi sedan sal in jin li dijî mejiyê baviksalar têdikoşin... Li dijî sîstemên faşîst ên ji Nagîhan û Jînayan ditirse em ê mîna îro bi hezaran kesî têkoşîna xwe dewam bikin."

Meş li Oranienplatzê bi dirûşma "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" bi dawî bû.