RSF: Dengê femînîsteke Kurd hate birîn

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) qetilkirina Edîtora Kovara Jinelojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got: “Dengê femînîsteke Kurd hate birîn.”

RSF a ku navenda wê Parîs e têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku “Dengê femînîsteke Kurd hate birîn” û da zanîn ku Nagîhan Akarsel roja 4’ê Cotmehê li ber mala xwe ya li Silêmaniyê di encama êrîşekî çekdarî hat qetilkirin.

RFS’ê diyar kir ku di nava salekê de ev êrîşa pêncemîn e ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî kesayetên Kurd an jî aktivîstên ku hikumeta Tirk rexne dikin, pêk tê.

Buroya Rojhilata Navîn a RSF’ê got: “Rojnamevan û nivîskara femînîst a Kurd Nagîhan Akarsel di pêvajoyek wiha ku jinên Kurd ji bo azadiya jinê pêşengiya serhildanê dike de hat qetilkirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de ji rayedarên herêmî xwestin ku vê bûyerê ronî bikin, kujer bên darizandin û ji bo Akarsel edalet bê bicihanîn.