ÊRÎŞÊN LI SER ROJNAMEVANÊN KURD
Li hemberî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, nerazîbûn dewam dikin. Serokê PEN a Navneteweyî Bûrhan Sonmez êrîşên li ser rojnamevanên Kurd ji ANF'ê re nirxand.
Serokê PEN'ê diyar kir ku qetilkirina rojnamevan Daştan û Bîlgîn nayê qebûlkirin, ev yek di heman demê de bêser û beriya êrîşên li ser Rojava jî nîşan dide û got, "Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema ku li pey çêkirina nûçeyan bû hatin qetilkirin. Ev yek ji aliyekî ve êrîşa li ser çapemeniya azad nîşan dide, ji aliyê din ve jî bêser û beriya êrîşên li ser civaka Kurd a li Rojava radixe pêş çavan. Em hemû bi wê gotinê zanin, 'Di şer de beriya her tiştî rastî tê kuştin'. Ji bo rastî bê nixumandin, yanî êrîş li wan mirovan tê kirin ku nûçeyan amade dikin. Ev rewşa ku li her devera cîhanê diqewime, mixabin li Rojhilata navîn hîn bi şênberî tê dîtin."
'HÊZÊN GLOBAL DIKARIN BI HÊSANÎ KURDAN FEDA BIKIN'
Sonmez bal kişand ser rola bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li ser civak û rojnamevanên Kurd û got, "Dema ku civaka navneteweyî dengê xwe nake, hêzên xwecihî yanî hikumet an jî rêxistin bi rengekî hîn bê perwa tevdigerin. Ji ber ku zextê nabînin û dema plana êrîşê dikin teredût nakin. Ev yek rastiyeke, li platformên navneteweyî bi têrkerî xwedî li pirsgirêka Kurd nayê derketin. Ne zehmet e ku mirov sedemên polîtîk ên vê yekê texmîn bikin. Dema ku berjewendiyên aborî û polîtîk ên hêzên mezin dibin mijara gotinê, dikarin Kurdan bi hêsanî feda bikin. Di vê serdema dîroka ji sed salî de tiştekî guherî nîne. Halbûkî yekane tişta ku Kurd dixwazin û pêwîstiya xwe pê heye, ji tiştê ku mafê her kesî ye cuda nîne. Dixwazin li ser paşeroja xwe xwedî gotin be û xwedî il çanda xwe derkeve. Ev mafê mirovî yê bingehîn jî ji wan re zêde tê dîtin."
'JI BO PARASTINA ROJNAMEVANAN HEWLDANÊN ME DEWAM DIKIN'
Sonmez diyar kir ku ji bo rojnamevan bêne parastin PEN a Navneteweyî di nava hewldanan de ye û got, "PEN a Navneteweyî ji ber vê yekê li zêdeyî çil welatî bi hezar endamên xwe têdikoşe. Karê me yê sereke azadiya nivîskar û wêjeyê ye. Lê belê êrîşên li ser çapemeniyê di asteke welê de zêde bûye ku em jî tevlî piştevaniya wan rêxistinan dibin ku ji bo rojnamevanan dixebitin. Hejmara rojnamevanên sala dawî li Fîlîstînê hatin kuştin ji hejmara giştî ya rojnamevanên li tevahiya cîhanê hatine kuştin zêdetir e. Ji bo parastina rojnamevanan em hewl didin torên piştevaniyê ava bikin û zexta dîplomatîk li hikumetan bikin. Em hewl didin saziyên li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bixin nava liv û tevgerê û di mijara pirsgirêkên rojnamevan û azadiya çapemeniyê de li wan deveran tevkariyê li kar dikin."