Li Reqayê çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê de li Reqayê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên têkoşîna dijî şaneyên DAÎŞ’ê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kantona Reqayê gelek çek û cebilxane desteser kirin û hevkariya şêniyan silav kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got li taxeke Reqayê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê operasyona lêgerîna befireh li dar xist.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îro, (25ˋê Kanûnê), hêzên me yên beşên Operasyonan û hêzên Taybet (H.A.T) li derdora girtîgeha navendî ya Taxa Rumêla ya bajarê Reqayê, operasyona lêgerîna berfireh pêk anî. Ev operasyon li ser bingeha agahiyên rast û piştrastkirî yên der barê hebûna şaneyên terorîstî yên girêdayî DAÎŞ’ê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev şane li gelek cihên li bajarê Reqa û gundewarê hene. Bi wê re pêwîst bû ku hişyariyeke ewlehî ya zêde ji bo rûbirûbûna tavilê bi van gefan bê kirin.

Ev operasyon li hember zêdebûna çalakiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê li nava bajarê Reqa û gunewarê wê hate destpêkirin.

Di çarçoveya operasiyonê de, hêzên me dest danîn ser gelek çek û alavên qedexekirî.

Çek û alavên hatine desteserkirin wiha ye:

Damanceya Star a dirêj: 1

Damanceyên guhartî: 4

Cercorên tijî: 23

Guleyên klaşînkov: 243

Cercorên vala: 13

Çekên klaşnîkov: 13

Dûrbîna rojê: 1

Telefona (Hot 9): 1

Kêra çekê: 1

Rext: 4

Hêzên me hevkariya gel silav dike. Agahiyên gel û piştgiriya wî di serkeftina vê operasyon û xurtkirina ewlehiya li herêmê de xwedî roleke mezin û hêja ye. Hevkariya şêniyan bi hêzên me re ruhê nîştimanî yê bilind û xwesteka hevbeş a têkbirina terorê û parastina civakê ji her gefekê nîşan dide.

Hêzên me teqez dikin ku ew ê li dijî şaneyên terorîst operasyonên xwe dewam bikin ewlehî û aramiya herêmê misoger bike. Em xebatên hêzên xwe yên tevahî beşên ewlehiyê ku beşdarî vê operasyonê bûne, silav dikin û spasiyên xwe yên taybet ji xelkê piştgiriya me kiriye û bawerî bi me kiriye re, dişînin. Em bang li xelkê xwe dikin ku ji bo xurtkirina ewlehî û têkoşîna dijî terorê di pêşkêşkirina agahiyên xwe de dewam bikin."