Li Kassel û Offenbachê qetilkirina Akarsel û Emînî hat protestokirin

Li bajarê Kassel û Offenbachê, qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emîniyê bi çalakiyan hate protestokirin. Di çalakiyan de hate gotin ku faşîst ji têkoşîna ji bo azadiya jinan geş dibe û ji jinan ditirsin.

Kurdistaniyên li Kasselê dijîn, ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emîniyê li Konîgplatzê hatin ba hev. Saet di 17.30’an de ji bo giyanê jinên hatine qetilkirin bi deqeyekê rêz hat girtin û çalakî dest pê kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin û wêneyên Jîna Emînî û Nagihan Akarselê hatin hildan.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku faşîst ji têkoşîna ji bo azadiya jinan geş dibe û ji jinan ditirsin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

OFFENBACH

Bi tevlêbûna saziyên cuda, li Offenbachê çalakiyek hat lidarxistin. Mîtîng saet di 18.00’an de li ber şaredariyê dest pê kir. SPD, Kesk, Partiya Çepgir, DGB, nûnerên xwendekaran, rêxistinên ciwanan û endamên Meclîsa Jinan a Sarayê tev li mîtîngê bûn.

Li ser navê jinên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirin, hatin ba hev, Mashîd Nacafî yê endamê “Bûnt Statt Braûn“ a di bin banê Şaredariya Offenbachê de rêxistinkirî, axaftina destpêkê kir. Mashîd Nacafî, jinên pêşengê berxwedana li welatê xwe silav kirin û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Nacafî got ku divê tu kesê bûbe penaber, li welatê xwe neyê vegerandin.

Mashîd Nacafî bal kişand li ser nasnameya Kurdbûna Jîna Emînî û gotinên xwe, bi gotina “Jin jiyan azadî’’ dawî kir.

Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinan a Sarayê hat kirin de jî, hat destnîşankirin ku hem qetilkirina Jîna Emîniyê, hem jî qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê û nivîskar Nagihan Akarselê li Silêmaniyê bi sûîkastê, ji ber tirsa têkoşîna azadiyê ya jinan e ku geş dibe.

Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.