JIN
Hemû Nûçe
-
3 siyasetmedar hatin sirgûnkirin
3 siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihatin girtin, sirgûnî girtîgehên Kayserî û Tarsûsê hatin kirin. -
Jin zêde dixebitin, pir hildiberînin, hindikî qezenç dikin
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jinên li qadên bejahî dimînin zêde dixebitin, zêde hildiberînin, lê kêm qezenç dikin û bi têrkerî nikarin xwe xwedî bikin. -
Raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi xurtî li kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome
Nêzî mehekê ye raperînên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiribû bê navber her diçe mezin û xurtir dibe. -
Hejmara dawî ya Kovara Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
Hejmara dawîn a Kovara Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, tê de ye derket. -
Ataselîm: Li pêşiya jiyana me ya azad kes wê nikaribe bibe asteng
Sekretera Giştî ya KCDPD'ê Fîdan Ataselîm anî ziman, hinek hene ku rejîma molla ya li Îranê ji xwe re dikin mînak û got, "Em dixwazin bi rengekî azad bijîn û kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng." -
Cenazeyê Akarselê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat veşartin
Cenazeyê endama Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser milên jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin. -
Li Geverê êşkence û lêgerîna tazî li jinan hat kirin
ÎHD, OHD û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê dan zanîn ku 7 jinên di 9’ê Cotmehê de bi lêdanê hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û hatine êşkencekirin. -
‘Ev konferans wê bibe bingeha têkoşîneke mezintir’
Jinên ku beşdarî Konferansa Kongra Star bûne diyar kirin ku, ev konferans teqez wê bibe bingeha têkoşînek mezintir. -
Yadê ya ku rehmet kir, heta nefesa dawîn ji bo gel û Rêbertî têkoşiya
Yadê Samiya Dogan di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dogan heta nefesa xwe ya dawîn ji bo gelê Kurd û Rêbertî xebitî û têkoşiya. -
Rojnamevanên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagîhan li erdê nehêlin
Rojnamevanên jin ên ku li Amedê girtîne qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin û gotin, “Em ê pênûsa Nagîhan li erdê nehêlin.” -
Akademîsyen Akarsel li Wanê hat bibîranîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Wanê hat bibîranîn. -
Ji bo bibîranîna Akarselê bi sedan şitil hatin danîn
Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Tebqayê, ji bo bibîranîna Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, bi sedan şitil danîn. -
Kongreya Star Şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî
Kongreya Star, siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku çeteyên girêdayê dewleta Tirk berî 3 salan qetil kir, bi bîr anî û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser jinan, parastina cewherî bê xurtkirin. -
Komîsyona Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê zexta Îranê ya li ser jinan şermezar kir
Komîsyona Wekheviyê û Girtina ber li Cihêkariyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ku Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî endameke wê ye, bi danezanekê zexta Îranê ya li ser jinan şermezar kir. -
Cenazeyê Akarsel şandin Tirkiyeyê
Cenazeyê Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şandin Tirkiyeyê. -
RJAK: Em bi şîara Jin, Jiyan, Azadî komployê têk bibin
Koordînasyona Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. -
PAJK: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jinê ye
Koordînasyona PAJK'ê got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku têkoşîna azadiya jinê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî digihîne wate û rêgezên têkoşînê yên rast, azadiya jinê ye." -
Qetilkirina Akarsel û Emînî li Osnabruck û Stocholmê hat protestokirin
Li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî, li Osnabruck û Stocholmê çalakî hatin lidarxistin. -
Ji bo Akarselê li Mannheîmê çalakî hat lidarxistin
Li Mannheîmê li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarselê çalakî hat lidarxistin. -
Jinên Amedî: Nagihan Akarsel nemir e
Li Amedê li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarselê daxuyanî hat dayîn. -
Konê sersaxiyê ya ji bo Akarselê bi dawî bû
Konê sersaxiyê ya li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li cihê lê şehîd ketî hatibû danîn, dawî bû. -
Qetilkirina Akarsel li Wan û Nisebînê hat protestokirin
Ji bo protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagehan Akarsel, li Wan û navçeya Nisebîn a Mêrdînê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de diyar kirin ku wê jin xwedî li mîrateya jinên hatine qetilkirin derbikevin. -
MGKP: Rojnamevanên jin ên Kurd serî natewînin!
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevaniya Jin ên Kurd li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê daxuyanî dan ku 4 rojnamevanên jin lê girtî ne. -
Wê cenazeyê Akarsel bişînin Bakurê Kurdistanê
Wê cenazeyê Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku hatibû qetilkirin, piştî merasîmê bişînin Bakurê Kurdistanê. -
Nagîhan bîra jinan bû
Li her dera ku diçû wir, destê xwe dida çi hest û bîra xwe tevlê dikir. Ev zanebûn zanebûnek ku serweriya mêr qebûl nake, cewhera jin û civakê diparêze, bîra ekolojiyê mezin dike ye. Enerjiya jiyanê ya Nagîhan wê bibe rênîşana me.