MGKP: Rojnamevanên jin ên Kurd serî natewînin!

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevaniya Jin ên Kurd li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê daxuyanî dan ku 4 rojnamevanên jin lê girtî ne.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî tevlî daxuyaniya li ber Girtîgeha Jinan a Amedê bûn.

Berdevka MKGP'ê Roza Metîna daxuyanî bi Kurdî xwend, Tirkî jî ji aliyê Edîtora JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer ve hat xwendin.

Canozer bi bîr xist ku 7’ê Cotmehê salvegera şehadeta yekemîn gerînendeya giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz e ku di dîroka çapemeniya Kurd de xwedî cihekî girîng e û ji bo bîranîna Gurbetelî Ersoz 7’ê Cotmehê mîna Roja Rojnamavanên Jinên Kurd hat îlankirin.

Canozer diyar kir, ku rojnamevanên jin ên Kurd ku mîrateya Gurbeteli Ersoz dewir girtine, mîna duh îro jî li dijî zihniyeta zayendperest têdikoşin. 

Canozer got: “Weke jinên Kurd ên rojnamevan armanca me ev e ku  ji erdîgariya Gelê Kurd heta Tirkiye, ji Bakur û Rojhilatê Sûriye heta Herêma Kurdistanê ya Federe, ji Îranê heta Lubnanê, ji Yemenê heta Emerîkayê bibin dengê hemû jinan û dengê wan bidin bihîstin, em di her platformê de tînin ziman ku em ê li dijî zimanê medya yê zayendperest nivîsandina rastiyan bidomînin." 

Di daxuyaniyê de qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen Nagihan Akarsel ku 4’ê Cotmehê li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşekî çekdarî de hat qetilkirin, şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê weke jinên Kurd ên rojnamamevan li dijî zihniyeta PDK’ê ya ku hevkarê qetilkirina Nagîhan Akarsel û Gurbeteli Ersoz e, ji têkoşîna xwe gav paşde neavêjin. Zihniyeta li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê rojnamavan, lêkolîner, aktivîst û endama Navenda Lêkolînê ya Jinelojiyê Nagîhan Akarsel qetil kir û zihniyeta ku li paytexta Îran Tehrana Jîna Emînî qetil kir ji heman feraset û armancê re xizmetê dike. Em ê weke jinên Kurd ên rojnamevan li dijî vê zihniyet û ferasetê serî netewînin û soza gihandina aştî û azadiya xwe, bi cih bînin."