Cenazeyê Akarsel şandin Tirkiyeyê

Cenazeyê Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şandin Tirkiyeyê.

Piştî ku duh ji bo Endama Akademiya Jineolojiyê û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li cihê lê hatî şehîdkirin konê sersaxiyê hate danîn, îro bi tevlîbûna sedan kesî li salona Ecê Xan a bajarê Silêmaniyê merasîmek hate lidarxistin; di merasîmê de soza domandina têkoşîn û bicihanîna xeyalên wê hate dayîn.

Li salonê wêneyên Şehîd Nagîhan Akarsel hate hildan û bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Li gel malbetê nûnerên gelek sazî û rêxistinên jinan, parlementera berê ya YNK’yî ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, Berpisa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Abdulah, Nivîskar Elî Kerîmî, Nûnerên Kongra Star, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Nûnertiya PYD, Hêzên Pêşmerge yên Jin ên YNK’ê ,Siyasetmedar Şêrko Heme Emîn, Malbatên Şehîdan, Parlementera Berê ya YNK’ê ji Malbata Şêx Mehmûd Hefîd Geşe Dare Hefîd, Nûnerê Zerdeştiyan, Tevgera Azadî, rewşenbîr, akademîsyen û gelek kes di merasîmê de amade bûn.

Cenazeyê Şehîd Nagîhan Akarsel bi dirûşmeyan li ser milê jinan anîn salonê û bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin berzkirin.

Li ser cenazeyê şehîd Nagîhan pismamê wê axivî û diyar kir ku ew keçek pir nazik û delal bû, ji bo jinê tim ked da û spasiya hemû kesên beşdarî merasîmê bûne kir û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kir. Di wê navberê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

‘HÛN NIKARIN DARISTANA ‘JIN, JIYAN AZADÎ’ QUT BIKIN’

Di merasîmê de hevrêya wê û endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî axivî, xêrhatina hemû kesên tevlî merasîmê bûn kir û got: “Hûn dikarin gulek jêkin, lê hûn nikarin rê li hatina biharê bigrin, hûn dikarin darekê bibirin, lê hûn nikarin daristana Jin, Jiyan, Azadî qut bikin. Nagihan dara Berû ye, reha wê diçe erdê û li ber bahozê radibe.

Şehîd Nagîhan bawerî bi hevrengî û hişmendiyê hebû, bawerî bi eqil û hest hebû. Yên Zîlan qetil kirin bê aqil û hest bûn. Arşîvek bû. Desthilat divê dijmin baş binase, pirsgirêka civak û desthilatê ew e ku dijmin nas nakin. Dijmin baş binasin ji bo gel li ber we nerabin. Em dikarin bi hev re li ber dimin rabin.”

‘EM GAV BI ŞÛN VE NAVÊJIN, TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’

Qeredaxî rexne li hêzên asayîşê girt û wiha pêde çû: “Eger asayîş me nebiparizên çima bûye asayîş. Ew guleya li Nagîhan da, sibe li we û derdora bikeve, divê em vê kulavê ber bayê çûye vegerînin. Ev erkê jin û mêrê azadîxwaz e, hemû yan. Hêza kesê nîne felsefeya jin jiyan azadî bisekinîne, divê her kes bizane taybet dijmin baş zanibe em gav bi şûn ve navêjin. Têkoşîna me wê dewam bike.”

‘HEMÛ XEBAT TÊKOŞÎN JI BO JINÊ DA’

Li ser navê Komîsyona Jinan a KNK’ê Perwa Elî: Nagîhan li ser fikra azadî têkoşîn da, ew têkoşer û xebatkareke akademîser bû, hemû xebata xwe têkoşîn ji bo jin jiyan azadî da. Bergirî li cewhera jin û azadiyê kir. Dagirker û dijmin ji jina azad ditirse. Jin li Rojhilat şoreş dike. Azadî wê li serdestê jinan pêktê. Divê sûcdar bên zelalkirin û li dadgehek vekirî bên dadgehkirin. Bang i Iraq û herêm dikin bi Tirkiyeyê re li ser qetilkirina jinan û kurdan li hev nekin.”

‘BI QETILKIRINÊ DAWÎ LI ME NAYÊ, XURTIR DIBIN’

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seywan Resûl: Em ê têkoşîna wan bidomînin, bi qetilkirinê dawî li me nayê belkû xurtir têkoşînê dikin.

‘BI MILYONAN JINÊN KURD WÊ MÎRASÊ WÊ BICIH BÎNIN Û BIGIHÎNIN SERKETINÊ’

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hûsên Kaçmaz: Nagîhan xwe ji bo gelê xwe ji bo azadiya jinan, ji bo jiyanek bi rûmet feda kir. Em HDP naxwazin ji bo kuştin û bûyeran bên başûr. Divê rayedar kujerên van bûyeran tesbit bike û pêşî li êrîşên nû bigrin. Dijmin dixwaze gelê kurd bê rûmet bikin. Nagîhan azadiya jina xwest jiyana xwe feda kir, bi milyonan jinê kurd wê mîrasê wê bicih bînin, bigihînin serkeftinê. Em HDP naxwazin êdî ji Başûr cenazeyan bigirin.

‘JI BO XEYALÊN WÊ PÊK BÊN KAR BIKIN’

Ji Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê Banû Helebceyî: Jin bi yekîtî û zanista jineolojî ser dikevin. Ji bo xeyalên Zîlan bi ser bikevin divê kar bikin.

‘SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIDIN’

Ji Tevger azadî Sara: Di salvegera şehîdbûna Sîlwan de heval Nagîhan qetil kirin, ev jî bi pîlan kirî bû. Xeyalên dijmin valanin, em ê li ser şopa şehîdan biçin. Bi şehîdên xwe em mezin dibin, soza bilindkirina doza şehîdan didin.

Ji Projeya Jinê Nekujin kejal Ebdulqadir jî axivî û diyar kir ku divê berpirsiyar bi Erka xwe rabin.

Piştî axafinan girseya amade gul danîn ser cenazeyê şehîd û bi yek dengî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ qîr kirin.

Piştre jî jinan darbesta şehîd hildan ser milan û ber bi Hewlêr oxir kirin. Li bendê ye piştî prosedorên qanûnî wê ji Hewlêr cenazeyê şehîd Nagîhan ji bo warê wê Konyayê bê oxirkirin.