Ji bo girtiyan nameyên piştgiriyê: Em ê dengê xwe bilind bikin
Rêxistinên ciwanan, ji bo piştgiriya hefsiyan hatin ba hev û name nivîsîn.
Rêxistinên ciwanan, ji bo piştgiriya hefsiyan hatin ba hev û name nivîsîn.
Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê, li Şaxa Enqereyê ya ÎHD’yê li hev kom bûn û ji bo hefsiyan nameyên piştgiriyê nivîsîn.
Endama Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Elîf Aslanê diyar kir ku ew ji bo ku moralê bidin hefsiyan û ji wan re bêjin ku hûn ne tenê ne li hev kom bûne û got: “Gelek girtiyên siyasî hene û hejmara wan roj bi roj zêde dibe. Gelek hevalên me belasebep têne girtin. Wek ciwan, da ku em ji wan re bibêjin hûn ne tenê ne, em tim bi re ne û da ku piştgiriya xwe nîşan bidin em îro li vê derê ne. Em ê peyamên xwe bigihînin wan.”
DESTNÎŞANKIRINA PIŞTGIRÎ Û TÊKOŞÎNÊ
Endama Ciwanên Demokratîk ya Nû (YDG) Emîr Mamîk jî wiha axivî: “Di destpêka saleke nû ya berxwedanê de, ji bo ku em piştgiriya bi hevalên xwe re mezin bikin û moralê bidin wan me çalakiyeke wiha li dar xist. Ji vê sala nû hêviya me ew e ku rêhevalên me bihêztir vegerin nav refên têkoşînê.”
Ji Çalakiyên Xwendekaran jî Rojbîn Turkogluyê diyar kie ku ji bo ku li hember zextên li ser ciwanan hevgirtinê mezin bikin îro li hev kom bûne û wiha dewam kir: “Îro li Enqereyê jî çi bi lêpirsînan çi jî bi girtinan dixwazin careke din dengê me kêm bikin. Têkoşîna me bi van yekan naqede. Bêguman em ê li dijî van qedexe, lêpirsîn, girtin û serdegirtinên malan dîsa dengê xwe bilind bikin.”