Êrîşa çeteyan a li derdorê Bendava Tişrînê hat têkbirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Bendava Tişrînê hatin têkbirin û çeteyan derbên giran xwarin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê başûrê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha gelek çete revîn.

Navendê daxuyand ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê bajarokê Minbicê têk birin, hin wesayîtên wan ên leşkerî rûxandin û gelek çete kuştin. Lê heta niha li wan herêman şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Ji bo piştgiriya êrîşên çeteyan, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bêmirov derdora Bendava Tişrînê û nuqteyan pevçûnan hedef digire. Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker û bombebaranên balafirên bêmirov zirarên mezin li bendavê çêbûn.