Jinên Amedî: Nagihan Akarsel nemir e

Li Amedê li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarselê daxuyanî hat dayîn.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê têkildarî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber Plaza AZC'ê hat dayîn.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Berdevka Ciwanên HDP'ê Dersim Dag jî di nav de jin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema dorpêçkirinê de jinan tim dirûşmeya "Jin jiyan azadî" û "Nagihan Akarsel nemir e" berz kirin. Di daxuyaniyê de wêneyên Akarsalê hatin hilgirtin.

Gava Başaranê axivî, polîsan bi mertalên xwe nehiştin çapemenî dîmenan bigire. Başaran di axaftina xwe de got: "Em ji bo têkildarî qetlkirina Nagihan Akarselê de daxuyaniyê bidin li hev kom bûne. Lê mixabin wekî gelek deverên cîhanê em li Amedê jî bi awayekî din ên tahdeya zilaman re rû bi rû ne. Niha nahêlin qetilkirina jinekê protesto bikin."

Başaranê diyar kir ku Akarsel li Silêmaniyeyê bi 11 guleyan hatiye qetilkirin û wiha got: "Em dizanin bê kîjan hêzên qirêj li pişt vê qetilkirinê ne. Kesên îro nahêlin em daxuyaniyê bidin, tevkariyê bi wan hêzên qirêj re dikin. Ez li vir qetilkirina hevala me Nagihanê şermezar dikim. Û careke din dibêjim, dê tu qetlkirin nikaribe bi me paşde gav bide avêtin."

Başaranê di berdewama axaftina xwe de got: "Em ê bi azadiya jinê ji van desthilatên faşîst rizgar bibin."

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" domandin. Di vê navê de amîrekî polîsan got "Hevalno em ê yeko yeko derkevin ne wisa?" Jinan jî bi yekdengî gotin: "Na." Bi dû re jin bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" û bi tilîlî û çepikan ji dorpêçê derketin.