Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Qetilkirina Akarsel û Emînî li Osnabruck û Stocholmê hat protestokirin

Li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî, li Osnabruck û Stocholmê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Osnabruck ê Elmanya û payitextê Swêd Stockhomê, li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin û Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê "polisên exlaq" ve hatibû hatibû qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin.

OSNABRUCK

Li ber îstasyona trenê ya bajarê Osnabruck ê Elmanyayê, bi organîzasyona Komuna Şehîd Jiyan a Osnaburckê û Komuna Şehîd Şîlan a Munsterê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakgeran bal kişand li ser komkujiyên jinan a di şexsê Jîna Emînî û Nagihan Akarselê de û gelek nûnerên partiyên jinan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û ev tişt hate gotin: “Dewletên dagirker dixwazin di şexsê jinên Kurd civakê tune bikin. Dagirker ji bo tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe‘ binpê bikin, her roj jinan qetil dikin.“

Hat ragihandin ku jinên Kurd bi felsefeya “Jin jiyan azadî” polîtîkayên qirêj ên dagirkeran pûç dikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

STOCKHOLM

Li payitextê Swêd Stockhomê jî jinan qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî bi çalakiyekê protesto kirin.

Jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dewleta Tirk û Îranê protesto kirin.