Qetilkirina Akarsel li Wan û Nisebînê hat protestokirin

Ji bo protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagehan Akarsel, li Wan û navçeya Nisebîn a Mêrdînê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de diyar kirin ku wê jin xwedî li mîrateya jinên hatine qetilkirin derbikevin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Nisêbînê bi armanca protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel, xwestin meşekê li dar bixin.

Polîsan meşa jinan asteng kir, jin li ser vê yekê li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê hatin ba hev.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay tevlî çalakiyê bû û axivî. Gunay diyar kir ku desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse.

Gunay got:  “Desthilatdariya ku ji azadbûna jinan ditirse, hem piştgiriyê dide kujerên jinan û hem jî komkujiyan diparêze. Bi parastina kujeran re nîşan didin ku dijminên jinan e û dixwazin jinên li gorî zîhniyeta xwe biafirînin. Lê em li Nisêbînê careke din bang dikin; em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ketine rêya azadiyê û jinên Kurd berxwedêr in. Me ji bo azadiyê daye ser vê rêyê, em têkoşiyane, em jinên îranî ne, jinên rojavayî û jinên başûrî ne. Em qêrîna hemû daxwazên azadiyê yên jinan in. Hûn ê nikaribin pêşî li ber meşa me ya azadiyê bigirin. Ji ber ku em di rêya heqîqetê ya hevala xwe Nagihanê de dimeşin.”

Gunay di dewama axaftina xwe de Jîna Emînî a li Tahranê hat qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “ Soza me ya ji bo Nagihan, Jîna Emînî û Gurbetellî Ersozan ew e ku wê têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Em bi hêrs in, serî hil didin û em ê vê serhildana xwe ji bo azadiyê veguherînin hêzeke birêxistinkirî. Dê li ser vê erdnîgariyê serkeftin bibe ya azadiyê. Aqilê mêrdewlet’ê wê teqez têk biçe.”

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Çalakî bi pêşengiya TJA, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk a Wanê, li pêşiya avahiya HDP’ê ya Navçeya Ertemêtanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Hêza pênûsa jinan wê dawiya faşîzmê bîne” hat vekirin û her wiha wêneyên Akarsel hatin hildan.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn, destnîşan kir ew zihniyeta ku Nagîhan qetil kirine nas dikin.

Karakoyûn got:"Em êrişa li dijî hevalên me hatine kirin, şermezar dikin. Em dizanin ku zihniyeta li Silêmanî Nagîhan Akarsel qetil kir mîna zihniyeta li Îranê Jîna Emînî qetil kiriye. Îro li her derê cihanê dirûşma ‘Jin jiyan azadî” bû felsefeya jiyanê. Em soz didin ku mîrateya jinên ku hatine qetilkirin, di serî de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê mezin bikin. Em li hemberî barîkatan gav paş ve navêjin. Qetilkirina jinan li ku derê bila bibe, em ê şermezar bikin. Bijî têkoşîna jinan."