Konê sersaxiyê ya ji bo Akarselê bi dawî bû

Konê sersaxiyê ya li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li cihê lê şehîd ketî hatibû danîn, dawî bû.

Bi sedan kesî berê xwe da konê sersaxiyê ya li Taxa Bextiyarî ku ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a 4’ê Cotmehê li cihê lê şehîd bûbû, hatibû danîn kirin.

Di serî de gelek nûnerên saziyên jinan, kesayet berê xwe dan kon, sersaxî dan malbatê û hevalên wê. Li kon wêneyên Nagihan Akarsel hate hildan û gul hatîn danîna ber wêneyên wê.

Endama mekteba siyasî ya YNK'ê Şehnaz Îbrahîm Ehmed, nivîskar Elî Kerîmî, Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên, Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, gelek  kesayet û nûnerên saziyên jin û rêxistinan amade bûn.

Piştî nîvro jî bi dehan kesî berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî da malbatê. Li vir li ser navê nûnerên partî û rêxistinên sersaxî dan malbatê peyamên xwe dan û soza xurtkirin û bicihanîna xewn û xeyalên Şehîd Nagihan Akarserl dan.

Li kon bê navber dirûşmên ”Jin jiyan azadî”, ”Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di saetên êvarî de konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Nagîhan Akarsel hatibû danîn bi dawî bû. Sibe saet 13:00’an piştî girtina cenazeyê Şehîd Nagihan Akarsel a ji Saziya Tiba Edlî wê li Salona Ecê Xan ya li Taxa Aştî merasîmek bê lidarxistin û piştre ber bi warê wê bê rêkirin.