Nagîhan Akarsel (Zîlan) di sala 1976’an de li bajarokê Golyazî ya navçeya Cîhanbeyliyê ya Konyayê jî dayik dibe. Navê gund bi Kurdî Xelîkan e. Gundekî Kurdan e. Ji xwe re dibêjin “Kurmanc”. Li gundê wan piştî derketina rojê rabûn guneh e. Tu car avê narjînîn ser xweliyê. Nagîhan piştre gelek caran çavkaniya van kevneşopiyan lêdîkole. Her çiqas gundekî Henefiyan jî be têkiliya wê bi Êziditiyê û bi Elewîtiyê re jî girêdana wê çêdike.
Nagîhan zarokatiya xwe li gund derbas dike. Gund deşt û hişk e. Gelek zêviyên genim hene. Genim pir biqîmet e. Rijandîna hebên genimê mîna herikîna xwînê ye. Ew tucar tama ruhê bîranîna zarokatiya xwe ji bîr nake ango keliyên ku bi zarokên gund re ji bo ku piştî baranê bêhna axê bigrin pêxwas dilîstin, hemû pisman û dotmamê wê li mala xaleyê wê ye mezin kom dibûn ji bîra wê naçe. Hîna di zarokatiya xwe de dikeve pey çîrokên jinan. Têkiliya bi bavê xwe re li ser bingeha hevaltiyê pêş dixe. Bi qasî ku girêdayî çanda xwe ye ewqas di neqebûlkirina pîvanên baviksalariyê de bi israr e.
EVÎNA WELATÊ XWE JI KÛR VE DIJÎ
Dibîstanên seretayî, navîn û amadeyê li vir dixwîne. Di dibîstanê de pir jîr bû. Tevî ku emrê vê ji bo zanîngehê biçûk bû jî tevlî ezmûnên zanîngehê dibe. Bi çûyîna ezmûnê re dibe yekem car ku destê bavê xwe digre û ji gund derdikeve. Di Zanîngeha Gazî ya Enqereyê de beşê çapemenî û weşanê dixwîne. Di xebatên YCK’ê de cih digre. Her tim dilpak, biken û lêgervan e. Dema gava xwe ya ewil divaêje zanîngehê, jiyana sar û madiyatê ya bajêr wê paş ve dikşîne. Berê xwe dide cihên ku jiyana komînal û hevaltiyê bibîne. Ev lêgerîn bandorê destpêkirina wê ya xebatên YCK’ê jî dike. Rojnamevaniyê bi hezkirin dixwîne, lê tu car nafikire ku xwe di nava pergalê de bibîne û berê xwe bi temamî dide têkoşînê. Her ku têkoşîna gelê xwe nas dike, jî Xelîkanê diçe Kurdistanê, ji Kurdistanê jî ber bi cihanê ve vedibe. Evîna welatê xwe ji kûr ve dijî. Lewma têgihiştin û hîskirina heqîqeta Rêber Apo di navenda kesayeta xwe de bi cih dike.
DI AZADIYA JINÊ DE KÛR DIBE
Di salên 2001-2007’an de bi hinceta xebatên xwe yên siyasî yên li zanîngehê tê girtin. Piştî ku ji zanîngehê derdikeve di salên 2008-2014’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê edîtorî û nûçegîhanî dike. Di vê pêvajoyê de ji bo ku lêhûrbûnên xwe yên li ser azadiyê jinê kûr bike waneyên Beşa Lêkolînên Jinê ya Zanîngeha Hacettepê jî dişopîne. Di damezrandina ajansa yekem a jinan JINHA’yê de cih digre. Bi salan li çapemeniya Kurdan de nûçegihanî dike û dikeve li pey nûçeyan. Di pêşxistina rojnamevaniya jin de xwedî ked, mamosta, heval û hevrê ye.Tenê bi Kurdistanê re sînordar namîne, têkilî û hevaltiyê bi jinên ji pêkhateyên cuda re jî datîne.
DI SAZÎBÛYÎNA JINELOJIYÊ DE ROLÊ DILÎZE
Jinelojî ku Rêber Apo nirxek mezin dide hem di asta akademîk û hem jî sazîbûyînê de rolek mezin dilîze. Dema pêvajoya sazîbûyîna jînelojiyê dest pê dike, tevlî xebatên Akademiya Jinelojiyê dibe. Di damezrandina kovara jinelojiyê de ji dil û can dixebite. Li gel endamtiya xwe ya desteya weşanê ya kovarê, her tim nivîs jî dinivîse. Ji bo ku kovara jinelojiyê veguhere platforma azad ya jinan, tu car dest jî hewldanên nû bernade.
Li gelek qadên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê xebatên lêkolîn û perwerdeyê dike. Bi hezaran kesan perwerde dike û ji bo gelek rojname û kovaran nivîskariyê dike. Li her derê ku diçe bala her kesê bi taybet yên ciwanan dikşîne li ser xwe. Ew zarok, dayîk wê hembêz dikin. Piştî sala 2018’ê li Şengal û Efrînê xebatên xwe yên civaknasiyê dike pirtûk. Her çiqas mîna evîndarê çanda Hewremanî, çanda berxwedanê ya jinên Rojhilat xebatên lêkolînê bidomîne jî, her tim kêmaniya neçûna Rojhilatê Kurdistanê hîs dike. Ji sala 2019’an heta roja şehadeta xwe li qada Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistna xebatên jinelojiyê bênavber xebitî. Li qada Başûr tevî ku nû fêrî zaravayê Soranî dibe jî bi dehan caran têkîldarî jinelojiyê perwerde, kurs û semîneran dide. Ji bo ciwanan kampa jinelojiyê organîze dike.
Ev du salên dawî bi kelecanekî mezin ji bo ku nirx, çanda devkî û lêkolînên jinên Kurdistanê bîne ba hev, hewl dida rêxîstinbûnek ku pêşengiya ronakbûna jinan bike biafirîne. Bi vê armancê bi kedeke mezin ji bo avakirina Navenda Pîrtûkxane, Arşîv û Lêkolînê ya ji bo jinên Kurdistanê xebitî. Tevî ewqas zehmetî û astengiyan bi baweriya ku şoreşa Başûr wê bibe şoreşa jinan meşiya û hêviyên xwe tu car qut nekir. Ji xeynî van xebatên xwe hesreta wê ya herî mezin ev bû ku pêvajoya nivîsandina hevdîtina bi heqîqeta Rêber Apo re ku veguherandibû pêşnumeyeke romanê biqedîne, lê beriya ku biqedîne şehîd bû.
Di hemû demên jiyana xwe de lêgerîna zanebûn, bawerî û hestên xwe domand. Li her dera ku diçû wir, destê xwe dida çi hest û bîra xwe tevlê dikir. Di hest û fikrê xwe sentezkirin û vegotinê de pir jêhatî bû. Di her keliya jiyanê de zanebûnê parast ku ji dîroka jinê te. Ev zanebûn, zanebûnek ku serweriya mêr qebûl nake, cewhera jin û civakê diparêze, bîra ekolojiyê mezin dike ye. Bi vê zanebûn û lêgerîna heqîqetê re her tim li dijî serweriya mêr ku komplogerê dîrokê ye, qirkeran û dagirkeran bû şervana pîroztiyê.
Hest û dilopên wê yên bi wate ku li pey xwe hişt wê mezin bibe û heqîqeta ‘Jin Jıyan Azadî’ bilind bibe. Ev êrîş, êrîşa li dijî sekna azadiyê û têkoşîna jinan bû ku bilind dibe. Ev êrîş, tola rakirina jinên ku sekna fedaîtî çalakiya fedaî pêk anîne ye. Nagîhan ronahî, bîr, hêvî û xweşiktiya jinan bû. Xwedîderketina li wê, xwedîlêderketina xweşiktî, başî û azadiyê ye. Girêdanbûna wê bi darên tuyê re mîna girêdanbûna wê ya hesreta zarokan re bihêz bû. Enerjî û hezkirîna jiyanê ya Nagîhan wê bibe rênîşana me ku avahiya Navenda Pîrtûkxane, Arşîv û lêkolînê ya Jinên Kurd ne ji bo hundirê wê, ji ber matmayîna darê tuyê ya li hewşa avahiyê hilbijartiye. Em ê bibin şopdarên hesret û xeyalên wê. Em ê têkoşîna wê nîvço nehêlin.