PAJK: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jinê ye

Koordînasyona PAJK'ê got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku têkoşîna azadiya jinê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî digihîne wate û rêgezên têkoşînê yên rast, azadiya jinê ye."

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK'ê got, "Ji ber ku komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêbertiya me destpê kir, dikeve sala 25'an, em hêzên din di serî de Îngilîstan, DYA, Îsraîl û Tirkiye yên ku komplo organîze û pêk anîne, şermezar dikin û careke din bi wijdanê jin û gelan de em wan mehkûm dikin. Em polîtîkaya dewletên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî jî Elmanyayê şermezar dikin, ku ji bo komploya bigihêje encamê, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û navxweyî li gelê Kurd îxanet kir.

Em şehîdên xwe yên li dijî komployê di pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ canê xwe kirin mertal û şehîdên di berxwedana lehengî ya Zap, Avaşîn û Metîna de, di şexsê Sara Goyî û Zelal Rûken de hemû şehîdên şoreşê yên fedaî ku xwedî li Rêber Apo derketine, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniya PAJK'ê de ev tişt hat gotin: "Bi komploya ku armanc dikirin Rêber Apo tine bikin, bi vekirina rê li ber qirkirina gelê Kurd û kûrkirina şer û tundiyê, dixwestin planên xwe yên li ser esasê berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bînin, ev yek negihêşt armanca xwe.

Rêber Apo bi sekna xwe yê azadiyê û têkoşîna jinan, gelê me û raya giştî ya demokratîk, pêşî li plana siyasî ya komplogeran girt. Derketina paradîgmaya Rêber Apo ku îro bûye malê jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, bûye îlhama têkoşîna sedsalê.

Komploya bi tinekirina fizîkî re bi ferzkirina teslîmiyetê, bi pêkanînên girtîgehên yek kesî yên bi taybet ên ku li cîhanê mînakên wê kêm in, mîna Îmraliyê, dewam kir û ji sala 2014’an û vir ve her ku diçe kûrtir bûye. Hêzên komploger ji sala 2014’an û vir ve pergala Îmraliyê terkî bêdengiya mirinê kiriye û bi taybetî jî bi binpêkirina hemû mafên Rêber Apo yên 19 mehan ku destûr nedan ti kes û parêzerên xwe jî di nav de hevdîtinê pêk bînin û nehiştin yek gotinek jî ji Îmraliyê derkeve. Biryara hêzên hegemonîk û dewleta Tirk a faşîst bi awayekî sîstematîk di meriyetê de ye. Ew stratejiyek adaptasyona jiyanê ya bê Rêbertî ye û ew plansaziyek navneteweyî ya xeternak a pir taybetî ye. Encama vê yekê Konseya Ewropayê ya ku berpirsyariya wê ya hiqûqî û siyasî heye û dewletên endam û saziyên navneteweyî bi taybetî CPT’yê bi dewleta Tirk a faşîst re li hev dikin. Dewleta Tirk a faşîst li ser vê zemîna siyasî û bêhiqûqiyê bi awayekî bêperwa êrîş dike.

Heta niha CPT’yê ti gav neavêtiye heta ku daxwaz û zextên taybet ên gelê Kurd û dostên wan nebin. Raporên ku amade dike, bi parvekirina raya giştî re tim taloq dike. Lê belê, heta hiqûqa 'mafê hêviyê' ku mafê herî xwezayî yê Rêberê me ye jî, ji aliyê muxatabên pêwendîdar, bi taybetî jî dewleta Tirk ve tê xwestin bê betalkirin. Tê xwestin ku CPT’yê rapora xwe eşkere neke, helwesteke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Rewşeke cidî ye ku CPT’yê rapora ku piştî hevdîtina Îmraliyê ya di Îlona 2022’an de amade kir, bi hin rêbazên navxweyî yên hiqûqî rave nake. Ev nêzîkatiya saziya CPT’yê her cure fikar û guman dihewîne. Weke jin, gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk, rewşa ku divê em bibînin û li ser bisekinin, îmhaya bêdeng a ku li dijî Rêber Apo bi hev re dikine. Ger saziya CPT rapora xwe eşkere neke, ev tê wê wateya ku ji Rêber Apo agahî negirtiye, rewşa wî nizane. Kes nikare wekî ku nizane tevbigere. Raporeke ku nayê eşkerekirin ku naveroka wê nayê zanîn, ji bo jinan, ciwanên Kurdistanê, tevahiya raya giştî ya Kurd û raya giştî ya demokratîk ti wateya xwe nîne. Tenduristî, ewlekarî û azadiya fîzîkî ya Rêber APO rewşa bingehîn a jiyanî ye ku her kes pêve girêdayî ye.

 AZADÎYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DI NAVENDA TÊKOŞÎNA ME DE YE

Ji ber vê yekê tenduristî, ewlekarî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di navenda hemû têkoşîna me de ye. Rastiya pergala taybet a Îmraliyê ew e ku pirsgirêka Kurd di qefesê de hiştin, jin tê xeniqandin, gelên Rojhilata Navîn di bin dîktatoriya netew-dewletan de neçar bihêlin di nava deryaya xwînê de bimînin. Êrîşên li ser esasê komployê yên bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê têne berdewam kirin, tinekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, Tevgera Azadiya Jinê û hemû gelê me yê azadîxwaz gihiştiye asta herî jor. AKP-MHP’ê bi zext û terorê êrîşî partiyên muxalîf û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dike û dixwaze bi vê yekê re gelê Tirkiyeyê tine bike û pêjeroja wan ji holê rake.

LI DIJÎ KOMPLOYÊ RAWESTÎN ERKA HER KESÊ KU AZADÎ DIXWAZE YE

Li dijî komployê rawestîn ji pirsgirêka tenê ya gelê Kurd derbas bûye û bûye erka sereke ya her kesê ku li dijî faşîzm, dîktatorî, zayendperestî, neteweperestî, polîtîkayên neolîberal, dagirkerî û mêtingeriyê disekine û demokrasî û azadiyê dixwaze. Pêşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn jî pê ve girêdayî ye. Heya ku pergala Îmraliyê hilneweşe, ne demokrasî ne jî azadî ji bo gelên Tirkiyeyê tê. Gelê Kurd jî wê nikaribe ji tinekirinê rizgar bibe. Hevkariya çarenûsê ya di navbera Tirkiye û gelê Kurd de, pêwîstî bi rakirina sîstema Îmraliyê û tecrîdê bi hevkariya têkoşînê heye. Di vê wateyê de demokrasî û azadiyê li cihek din gerîn şaş e û xwe xapandine. Helwesta ku prensîbên derdorên siyasî û partiyên di têkoşîna li dijî AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê de diyar dike, nêzîkatiya li rastiya Îmraliyê ye. Li dijî pergala Îmraliyê ya ku bi awayekî nehiqûqî hatiye avakirin û meşandin, bi redkirina tecrîdê û parastina mafên mirovan ên herî xwezayî yên Rêber Apo ye. Rêya demokrasî û azadiyê ya rast di Îmraliyê re derbas dibe. Ji xeynî vê ti polîtîkayeke ku yek neferek Kurd jî ciddî bigre tune ye.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku têkoşîna azadiya jinê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî digihîne wate û rêgezên têkoşînê, azadiya jinê ye. Girêdana bi azadiya Rêber Apo feraseta dîrokî ya me jinan e.Em bang bi ruhê serhildana Jin Jiyan Azadî komployê perçe bikin, li dijî pergala serdest a mêr, şoreşa jinê bilind bikin dikin. Her jina Kurd a azadîxwaz wê weke fedaîyê Rêber Apo tevbigere.

Modernîteya kapîtalîst û desthilatdarên netew-dewletên û hevkarên wan ên herêmê PDK’ê dixwazin tolê ji paradigmaya Rêber Apo ya Ekolojiya Demokratîk û Azadiya Jin, projeya konfederalîzmê ya rojhilata Navîn û cîhanê ku bûye hêviya azadiya gelan. Ji bo xeta îxanetê bê têk biçe, têkoşîn erka tevahî gelan û mirovahiyê ye. Di vê çarçoveyê de em bi awayek xurt banga tevlîbûna pêngava KCK'ê ya 'Dem Dema Azadî' ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye dest pê kirin û bi pêngava KJK'ê ya 'Ji qirkirina jin û civakê re na, dema parastina jin û civaka azad e' di sala 25’emîn a komployê de têkoşînek mezin bidin û komplogeran têk bibin.

Wê komploger têk biçe, yên bi ser bikevin wê jin û gelên me bin, wê azadî û demokrasî be."