Ji bo Akarselê li Mannheîmê çalakî hat lidarxistin

Li Mannheîmê li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarselê çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarselê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan ve hat li darxistin. Di çalakiyê de wêneyê Nagihan Akarselê hate hildan û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hate berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dijminên jinan bi qetilkirina Nagihan Akarselê dixwaze ji hemû jinên ku têkoşîna belavkirina felsefeya “Jin jiyan azadî” li hemû cîhanê didin, tolê bistîne û qala yekîtiya jinan û biryardariya têkoşînê ya li dijî vê hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.