Li Şaredariya 10’emîn a Parîsê wêneyên şehîdan hatin daliqandin
Wêneyên kesên di 23’yê Kanûna 2022’yan û 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin li salona Şaredariya 10’emîn a Parîsê hatin daliqandin.
Wêneyên kesên di 23’yê Kanûna 2022’yan û 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin li salona Şaredariya 10’emîn a Parîsê hatin daliqandin.
Çalakiyên bibîranînê yên ji bo 6 şoregerên ku di êrîşên 23’yê Kanûna 2022’yan û 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, dewam dikin.
Wêneyên endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer ên di Komkujiya Duyemîn a Parîsê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyên pêşengên jinan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin li salona Şaredariya 10’emîn a Parîsê hatin daliqandin.
Li ser wêneyan "LES KURDES FRAPPÉ DEUX FOÎS EN 10 ANS Â PARIS - Di nava 10 salan de li Parîsê 2 caran Kurd hatin qetilkirin” hat nivîsandin.
Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya ku Komkujiya Duyemîn a Parîsê lê pêk hat, di nava sînorên Şaredariya 10’emîn a Parîsê de ye. Wêneyên kesên di herdu komkujiyan de hatin qetilkirin wê di navbera 23'ê Kanûnê û 9'ê Çileyê li avahiya şaredariyê daliqandî bimînin.