Komîsyona Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê zexta Îranê ya li ser jinan şermezar kir

Komîsyona Wekheviyê û Girtina ber li Cihêkariyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ku Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî endameke wê ye, bi danezanekê zexta Îranê ya li ser jinan şermezar kir.

Komîsyona Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di civîna ku îro pêkanî de bi danezanekê zexta dewleta Îranê ya li ser jin û zarokan û înkarkirina mafên wan şermezar kir. Komîsyonê banga bidawîkirina şideta dewletê ya li dijî xwepêşanderan kir.

Di danezanê de ev tişt hatin gotin: “Li Îranê jinbûn û keçbûn xeterî ye. Serokên dewletên Ewropayê, divê gefên li ser jiyana jinan û binpêkirina azadiya wan şermezar bikin û li dijî têbikoşin.“ Li gor komîteyê; divê gavên berbiçav bên avêtin, diyalog bi jinên bindest ên li Îranê re bê danîn û diyalog bê xurtkirin.

Parlamenteran, bi wêneyên jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetil kirin, wêne kişand.