Dewleta Tirk a dagirker bi obusan topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê bi obusan bendava Tişrîn û gundên derdora wê topbaran dikin.

PEVÇÛNÊN DIJWAR DIQEWIMIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan b dijwarî bendava Tişrîn û gundên derdora wê yên başûrê Kobanê topbaran dikin.

Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) yên ku hewl didin derbasî bendava Tişrînê û derdora wê pevçûnên dijwar rû didin.