RJAK: Em bi şîara Jin, Jiyan, Azadî komployê têk bibin

Koordînasyona Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de koordînasyonê diyar kir ku 24 sal bi ser komployê re derbas dibe û di serî de Emerîka û NATO, hemû hêzên komploger bi tundî şermezar kir û bang li hemû aştîxwaz, azadîxwaz û mirovatiyê kir ku li dijî komployê derkevin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û hate gotin ku di 9’ê Cotmehê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tenê xistin Grava Îmraliyê û li wir bi tecrîdeke dermirovî re rû bi rû hat hiştin.

RJAK’ê her wiha destnîşan kir ku di demekê de gelê Kurd kirin armanca operasyonên siyasî û leşkerî û bi şêwazeke rasterast komkuj kirin û wiha pêde çû; “Ew 24 sal in ku ev siyaseta qirkirinê bêyî dudilî hatiye ferzkirin, di encama vê siyasetê de hevala me ya jin a şoreşger Nagihan Akarsel ku tevahiya jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya jinên Kurd kiribû, di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT’a Tirk li ber mala xwe hat qetilkirin. Careke din em vê êrîşa hov şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata wê re dixwazin. Ew hêzên tarî yên di komployê de cih girtine, tawanbarê hemû cere êrîşên ku bi ser gelê Kurd û li dijî jinên Kurd tên kirin in û divê demildest dev ji wê xeletiya xwe ya dîrokî berdin û weke dayîna deynê mirovatî û gelê Kurd, demildest rêzdar Ocalan azad bikin.”

Di beşek din a daxuyaniya koordînasyona RJAK’ê de her wiha hat diyarkirin ku armanca ji wê komploya tarî ne tenê li dijî azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan e, belku li dijî projeya wî ya mezin a ji bo mirovatiyê ye ku li hemberî sîstema modernîteya sermayedarî alternatîfek e û jina azad û civaka azad di nava xwe de dihewîne. Di dewamê de jî hat gotin, “Di hewldana vê yekê de ne ku rêya xwe gihandina hemû mirovatî, bi taybetî jinan û gelê Kurd bigirin, ligel wê jî tê dîtin ku rêzdar Ocalan dîwarên Îmraliyê bi paradîgmaya azadîxwaziya demokratîk a jinan ku li girtîgeha Îmraliyê geş bû û bû îradeya jiyana azad a jinan, kedkaran û gelên bindest li hemû cîhanê.

Rêzdar Ocalan hemû nirxên mirovatiyê bi 3 peyvan (Jin, Jiyan, Azadî) kir yekedengiya mirovatiyê û ev pîroziya di wan 3 peyvan de dibe sedemê banga azadî û aştiyê. Rêzdar Ocalan li nav dîwarên Îmraliyê de dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî berz kir û ji ber wê jî îro li seranserê cîhan û Îranê û Rojhilat bi taybetî piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê, piştî belavbûna vê nûçeya nemirovî, bi milyonan deng bêyî ku guh bidin ka ew Kurd e, Fars an jî Ereb e, hemû jin û gelan daxwaza wekhevî, azadî û jiyana mirovî kiriye. Ev daxwazane jî daxwazên mirovî ne û tenê daxwazên jinên vî welatî nîne li Îran û Rojhilat; di heman demê de daxwaza hemû jinan a ji bo jiyana azad a gelan e. Îro Başûrê Kurdistanê bi piştevaniya komplogeran ve ji aliyê dewleta Tirk ve bihust bi bihust tê dagirkirin û xwezaya wê tê talankirin, çiyayên wê ku warên xwedavendan in bombebaran dike, zarokên wî gelî bi çekên kîmyewî tê bombebarankirin û ew rewşenbîrên pêşengiya vî gelî dikin, jinên şoreşger li naverasta kolanê tên terorkirin.”

Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a dagirker weke berpirsê serke yê wan talankarî û qetilkirinan hat pênasekirin û hate gotin; “Hêzên komploger û hêzên navxweyî bi taybetî PDK ku hemû cure piştewaniya îstîxbaratê dabîn dike, ji ber ku di wan sûcan de şirîk in lewma li hemberî wî sûcî bêdeng in.”

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de her wiha wek tevgera jinan bang li hevkarên navxweyî û hikumeta herêmê kir ku ji wê zêdetir li beramberî xak û gel hevkariyê nekin û xiyanetê li nirxên xwe yên netewî nekin.

Her wiha RJAK’ê da zanîn ku ew wek tevgera jinan li Başûrê Kurdistanê soz didin ku li dijî wan kiryarên ku berhemê hişmendiya zilamsalar in, bi gotina dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî hemû nirxên mirovatiyê biparêzin, heta komplo bi dawî dibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, ew ê dest ji xebatê bernedin.”

Di dawiyê de RJAK’ê bang li kesên xwe wek mirov, demokrat û welatparêz bi nav dikin kir û got, “Li dora dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li dijî hêzên komploger bibin yek û komployê têk bibin û têkoşîna li dijî faşîzmê berfireh bikin.”