JIN
Hemû Nûçe
-
'Xweparastina jinê ji bo azadiyê jiyanî ye'
Gerîlayên Jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê axivîn û destnîşan kirin ku ji bo azadiyê, xweparastin di asta jiyanî de girîng e. -
Li hember şîdeta li dijî jinê li Dortmundê mîtîng
Di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinê li bajarê Dortmund ê Elmanya jin hatin cem hev, mîtîng li dar xistin. -
Ocalan: Divê herî kêm rêxistineke ku jin xwe îfade bikin hebe
Ji heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî azadî û rêxistinbûna jinê ragihand. -
Tirkiye di wekheviya zayendî di rêza 130. de ye
Li gor Rapora Ferqa Zayenda Civakî ya Gerdûnî de Tirkiye “Di wekheviya zayendiya civakî de” ji rêza 125. daket rêza 130’emîn. -
Li Berlînê panela li ser rewşa jinên Şengalê
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya Meclîsa Jinên Êzidî û saziyên navneteweyî yên jinan ên de barê jinên li Şengalê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kirin, panelek hat lidarxistin. -
Jinan ji bo 25’ê Mijdarê banga derketina qadan kirin
Jin li Amed û Dêrsimê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê hatin cem hev, bang li tevahî jinan kirin ku 25’ê Mijdarê dakevin qadan. -
Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên jinan berfireh dibin
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan, jin daketin kolanan. -
Li Rennes û Lorîent semînerên 25’ê Mijdarê
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Dijî Jinan li bajarên Rennes û Lorîent ê rojavayê Fransa semîner hatin lidarxistin. -
RJAK wê di 25'ê Mijdarê de li qadan be
Endam Meclîsa Kerkûkê ya RJAK'ê Reyhan Hemîd got, "Weke RJAK em ê li hemberî bajarên Başûrê Kurdistanê, çalakinên 25'ê Mijdarê yên roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê birêxistin bikin. Gelek tevgerên jinan wê beşdarî van çalakiyan bibin." -
Li Elmanyayê du jinan dawî li jiyana xwe anîn
Li bajarê Elmanya Essenê du jinan dawî li jiyana xwe anîn. Yek jê Kurd, yek jî Elman, her du jinan di encama travmaya ji ber koçberiyê de dawî li jiyana xwe anîn. -
Ji bo Nisêbînê hewldanên li Swêdê
Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Nisêbînê û qedexeya derketina derve ya 8 roj in dewam dike, li Swêdê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve hatin şermezarkirin. -
Erzîncan: Rêya têkbirina şîdetê, rêxistinbûyîna jinê ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Em bang li hemû gel û jinan dikin ku bi hev re têbikoşin, li ber xwe bidin û rojên nû yên azad biafirînin." -
Jinan li Enqereyê daxuyaniya bi meşale dan
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan Koordînasyona KJA ya Enqereyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi meşale da. -
KJA bernameya çalakiyên hefteyekê yên li Stenbolê aşkera kir
Jinên KJA'yî, wê li Stenbolê tevahiya hefteyekê çalakiyan lidar bixin. -
Jinên li Ewropayê wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
Jinên Kurd ên li Ewropayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Şîdeta li hemberî Jinê, wê li gelek navendan çalakiyan lidar bixin. -
Pêkhateyên KJA'yê diçin Nisêbînê
Pêkhateyên KJA'yê yên Mêrdînê, hemû rêxistinên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê vexwendin Nisêbînê, ku derketina derve lê hatiye qedexekirin. -
Jinên Helebî name ji Ocalan re şandin
Jinên Suryanî û Ereb ên li Helebê dijîn, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin û gotin, "Nêrînên we yên felsefî pêşî li azadiya me jinan vedikin." -
Elçî: Yeşîlmen bi guleyên taybet hat qetilkirin
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî da zanîn ku dayika 5 zarokan Selamet Menteş (44) a li Nisêbînê li ber derê mala xwe hat qetilkirin, bi guleyên ku ji guleyên din bileztir diçe û di laş de diteqe hatiye qetilkirin. -
Jin 25’ê Mijdarê wê li qadan bin
Li Tirkiye û Kurdistanê jinên ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê amadekariya daketina kolanan dikin diyar kirin ku ew ê 25'ê Mijdarê ne wekî jinên ku bûne mexdûrên şîdetê wê wekî jinên li ber xwe didin pêşwazî bikin. -
Jinan li Mersînê gora Şaylemez ziyaret kirin
Starta 25’ê Mijdarê li Mersînê bi serdana gora Leyla Şaylemez a yek ji jinên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hat destpêkirin. -
Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
Li Dîlokê Mahmut Z. ê bi yara xwe re ket nav nîqaşê piştî şîdet lê kir, li ber çavên keça wê ya 11 salî qirika wê birî û qetil kir. -
KJA azadkirina Şengalê pîroz kir
KJA azadkirina Şengalê û berxwedana wê pîroz kir. -
Nûçegihanên JINHA hatin binçavkirin
Li Stenbolê jinên ku dorpêça li Farqînê kete roja 12'emîn û civîna G20 şermezar bikin sefaretxaneya Îngilistan û Elmanyayê dagir kirin. -
Jinan li Arnhemê ji bo Farqînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Li bajarê Hollanda Arnhemê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê û xwedîderketina li berxwedana gel, greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kir. -
Li Lînzê panela li ser şîdeta li dijî jinê
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, bi mijara "Şîdeta li hemberî jinê, destavêtin û şîdeta li nava malbatê" hat lidarxistin.