Jinan li Enqereyê daxuyaniya bi meşale dan

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan Koordînasyona KJA ya Enqereyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi meşale da.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan Koordînasyona KJA ya Enqereyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi meşale da.

Endamên Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Enqereyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî  Jinan li Cadeya Yukselê daxuyaniyek çapemeniyê ya bi meşale dan.

Jinên KJA’yî pankarta, “Şîdeta zilam îdeolojîk e. Xweparastin maf e” vekirin, wêneyên jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rakirin, dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” gotin.

Endama Koordînasyona KJA ya Enqereyê Rûken Şen daxuyanî da, diyar kir ku her diçe li cîhanê şîdet zêdetir pêş dikeve, destnîşan kir ku jin ji hebûna xwe dûr dikeve, bi kolekirinê ji civakê tê îzolekirin. Şen got, “Mejiyê dewletê mejiyê zilam e” û wiha berdewam kir: “Li ser vî esasî şîdet, amûrekî ji bo serî tewandinê tê bikaranîn. Li cîhanê jî şîdeta li hember jinê şerekî ku nav lê nehatiye kirin û nehatiye îlankirin e.”

Şen ku got, “Azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe” bal kişand ser jinên ji bo Şoreşa Rojava li hember hovîtiya DAIŞ’ê şer dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ji bo me jinan, xweparastin wek av û nan girîng e. Hêza yekane ya şîdetê ji holê rake, civaka azadîxwaz ava bike hêza xweser-rêxistinkirî ya jinê ye.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi tilîliyan bi dawî bû.