KJA azadkirina Şengalê pîroz kir
KJA azadkirina Şengalê û berxwedana wê pîroz kir.
KJA azadkirina Şengalê û berxwedana wê pîroz kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) a daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Em berxwedana Şengalê silav dikin û azadiya wê wek azadiya xwe dibînin.”
ÇIYAYÊ ŞENGALÊ BÛ BERXWEDANA JIYANÊ
Kongreya Jinên Azad di daxuyaniya xwe de diyar kir ji 3’yê Tebaxa 2014 heta îro hêzên YBŞ, YPJ, YPG dorpêçkirina Şengalê qebûl nekirin û got: “Hemû hêzên ku digotin em xwediyê heremê ne û em serdest in Şengal di destê DAIŞ’ê de de berdan û bazdan. Şoreşgerên Kurdistanê di sar û sermê de, bi çekên ferdî li dijî çekên komkujiyê, tank û bomban bi vîn li ber xwe dan. Jinên ku bi darêzorê desteser kirine bi berxwedaneke pîroz ji destê DAIŞ’ê kom bi kom difilitîn bûn mînaka jiyana me. Çiyayê Şengalê bû berxwedana jiyanê û rêya Rojhilata Navîn ronî dike.”
'TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ MEZINTIR BÛYE'
KJA di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku DAIŞ dezgeheke li dijî gel, bawerî û jinê ne û wiha dewam kir: “Di dîrokê de zilma serdestiya zilam heta îro çi aniye serê jinê û gelan DAIŞ hemû bikar tîne. Jin şandin giyotînê, DAIŞ jî jinê şerjê dike. Jin tacîz û tecawuz kirin, bikar anîn DAIŞ jî dike. Jin di qesran de bikar anîn DAIŞ jî dike. Jin di bazaran de firotin DAIŞ jî dike. Jin zincîr kirin DAIŞ jî dike. Jin kirin xizmetkar DAIŞ jî dike. Zayenda jinê xwestin pûç û bê îtîbar bikin DAIŞ jî dike, serdestiya zilam xwest jinê bê hêz û vîn bike DAIŞ jî dike. DAIŞ tevahî komkirina zilma li ser jinê di dîroka cîhanê de ye. Yanî teqandina emperyal a zayenda zilamkî ye. Dewleta netewe ev hemû kirin DAIŞ’ê jî kir. Erîşî Nasname û baweriyê cuda kirin DAIŞ jî kir. DAIŞ ev fen û feqê li dijî serketina têkoşîna azadiya jinê şansê serdestiya zilam a herî dawiyê ye. Lê em dizanin ku têkoşîna azadiya jinê û mirovahiyê di Rojhilata Navîn de mezintir bûye ev hêzên zilmkar bi tirs û xofan nikarin bisekînin.”
'ŞENGAL TEQANDINA KEDA TEVGERA AZAYA KURD A 40 SALÎ YE'
KJA di dawiya daxuyaniya xwe de got:
“Şengal teqandina keda tevgera azadiya Kurd a 40 salî ye. Bi berxwadena we re îro Ferqîn, Nisêbîn, Lice, Şirnex, Colemêrg, Amed li hemû Kurdistanê di sedsala 21.’an de rêvebertiya azad bi parastina rewa azad dibe derket holê.
Wekî KJA’yê bi van hêstan em berxwedana Şengalê silav dikin û azadiya we wekî azadiya xwe îlan dikin.”