Li Lînzê panela li ser şîdeta li dijî jinê
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, bi mijara "Şîdeta li hemberî jinê, destavêtin û şîdeta li nava malbatê" hat lidarxistin.
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, bi mijara "Şîdeta li hemberî jinê, destavêtin û şîdeta li nava malbatê" hat lidarxistin.
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, bi mijara "Şîdeta li hemberî jinê, destavêtin û şîdeta li nava malbatê" hat lidarxistin.
Di panela bi beşdariyeke girseyî pêk hat de, Selen Dogan li ser mijara "Şîdeta li hemberî jinê, destavêtin û şîdeta li nava malbatê" pêşkêşiyek kir.
Dogan da xuyakirin ku ji sedî 83 ê mexdûrên şîdetê emrê wan di bin 20 salî de ne û da zanîn, ku cezayê li sûcên şîdeta li hemberî mirovên kêm 20 salî tê kirin bê dayîn, divê li gorî têgîna 'zarok' werin diyarkirin.
Dogan diyar kir ku di bûyerên destdirêjiya yek ji sê parên kiryaran, mamoste, midûrê dibistanê ne û got, "Di heman demê de ji sedî 20 ê kiryarên êrîşa zayendî, endamên ewlekariyê ne. Xuya ye bêyî ku jibera 'perwerde şert e' bê bilêvkirin, divê bê nîqaşkirin."
Dogan ragihand, ku beşeke girîng a jinên rastî şîdetê tên, ji ber ku nav û zimanên xwe cuda ne, dibin qurbanê vî sûcî û got, "Divê tercîhek hebe, hilbijartineke azad hebe. Eger yek ji du jinan rastî şîdeta hevserê xwe tê, hingî divê em tercîhê bikin: Divê bi berdêla canê xwe em malbata pîroz biparêzin? Yan jî şexs derxin pêş û mafê bingehîn ê weke mafê jiyanê biparêzin? Hikûmet û siyasetmedarên hikûmetê, xala yekemîn bi qehremanî diparêzin. Di vî warî de Tirkiye her rekoran dişikîne. Lê di wekheviya navbera zayendan de di rêza dawî de ye. Pêşî li pirzewacan nayê girtin. Mûxafazakarî tê sorkirin, lê têkoşîna li maf û hiqûqê bêqîmet tê nîşandan."
Dogan da xuyakirin ku jin dimirin, lê belê Serokwezîr û wezîra wî ya ji jinan berpirsyar, ji camê lê temaşe dikin.