Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî da zanîn ku dayika 5 zarokan Selamet Menteş (44) a li Nisêbînê li ber derê mala xwe hat qetilkirin, bi guleyên ku ji guleyên din bileztir diçe û di laş de diteqe hatiye qetilkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 18 sermawezê 2015, 10:57
...
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî da zanîn ku dayika 5 zarokan Selamet Menteş (44) a li Nisêbînê li ber derê mala xwe hat qetilkirin, bi guleyên ku ji guleyên din bileztir diçe û di laş de diteqe hatiye qetilkirin.
Der barê qetilkirina dayika 5 zarokan Selamet Menteş (44) de her çiqas rayedarên dewletê hewl bidin rastiyan veşêrin jî, hemû dane nîşan didin ku Menteş ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye qetilkirin. Di rapora otopsiya Menteş a bi lez û bez hatibû amadekirin de, sedema mirina wê wekî şikestina hestûyan û xwînîbûna lebatên hundir hatibû diyarkirin.
Di rapora otopsiyê de der barê çeka ku bûye sedema mirina Yeşîlmen jî ti dane yan jî agahî cih negirtibû û 6 parçeyên hesin ên ji laşê wê hatin derxistin jî ji bo lêkolîna balîstîk ji Saziya Tip a Edlî re hatibûn şandin.
Der barê qetilkirina Yeşîlmen de, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî agahiyên nû û balkêş parve kir. Elçî da zanîn ku Yeşîlmen ne bi parçeyên şerapnelê, bi guleyên taybet ji aliyê polîsên taybet ve hatiye qetilkirin.
Elçî, rapora otopsiyê ji Rojnameya Cumhuriyetê re nirxand û got Yeşîlmen bi cureyekî guleyan ê ji guleyên normal bileztir diçe û dema li laş dikeve di laş de parçe dibe hatiye qetilkirin.