Ji bo Nisêbînê hewldanên li Swêdê
Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Nisêbînê û qedexeya derketina derve ya 8 roj in dewam dike, li Swêdê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve hatin şermezarkirin.

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd daxuyanî dan, êrîş û dorpêçiya li ser Nisêbînê şermezar kirin û bang li gelê Swêdê kirin ku li hemberî polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê helwestê nîşan bide.
Endamên Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavle, Papazê Dêra Katolîk a li Gavle, endamên Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Soderhamnê jî Şaredarê Soderhamnê Sven Erîk Lîndestam li meqamên wan ziyaret kirin û li ser rewşa li Nisêbînê dosyayek pêşkêş kirin. Jinan xwestin ku li dijî êrîşên li hemberî gelê Kurd bikevin nava tevgerê.
Rayedaran soz dan jinan ku ew ê bikevin nava hewldanan û xebatên xwe heta bidawîbûna êrîşên li Kurdistanê bidomînin.