Li Rennes û Lorîent semînerên 25’ê Mijdarê

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Dijî Jinan li bajarên Rennes û Lorîent ê rojavayê Fransa semîner hatin lidarxistin.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Dijî Jinan li bajarên Rennes û Lorîent ên rojavayê Fransa semîner hatin lidarxistin.

RENNES

Semînera li Rennes li Navenda Civaka Kurd a Amara ya Rennes hat lidarxistin. Di semînera ku ji aliyê Komeleya Jinan a Zîn ve hat organîzekirin, jinên Kurdistanî yên li bajarê Rennes tevlî bûn. Di semînera ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir Axîn Gulo di axaftina xwe de diyar kir, ku jina Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember zîhniyeta serwer a zilam serketineke mezin bi dest xistiye.

Piştî axaftinan ji bo xebatên jinan ên li Rennes serketî bin komîsyon hatin avakirin.

LORÎENT

Semînera li Lorîent jî li salona Maîson Poûr Toûs a li Kervenanec de hat lidarxistin. Di semînera ku ji aliyê Însiyatîfa Jinan a Zîn a Lorîent ve hat organîzekirin, jinên Kurdistanî yên li bajarê Lorîent tevlî bûn. Di semînera ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatin bîranîn. Di axaftinan de der berê berpirsyariyên jinên Kurd ên li Ewropayê de axaftin hatin kirin.

Ji bo xebatên Însiyatîfa Jinan a Zîn a Lorîent komîsyon hatin avakirin. 

...