'Xweparastina jinê ji bo azadiyê jiyanî ye'
Gerîlayên Jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê axivîn û destnîşan kirin ku ji bo azadiyê, xweparastin di asta jiyanî de girîng e.
Gerîlayên Jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê axivîn û destnîşan kirin ku ji bo azadiyê, xweparastin di asta jiyanî de girîng e.
Gerîlayên jin li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANF'ê re axivîn û weke qada xwe azadkirina jinê bal kişandin ser hebûna gerîla.
Gerîlayên jin, li ser mijara 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin:
Çiyavan Soran: Beriya her tiştî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, ez polîtîkayên şîdetê yên li hemberî jinê şermezar dikim. Bi vê wesîleyê bang li tevahiya gelên cîhanê dikim., ku ji bo qebûlkirin û dijderketina li vê zilm û zextan, têkoşînê xurt bikin. bi taybetî li Başûrê Kurdistanê polîtîkayek şîdetê ya li hemberî jinê tê meşandin. Lewma divê jinên li Başûrê Kurdistanê karibin li hemberî zextan derkevin. Rêber Apo dibêje, "Yekane rêya jin xwe ji van polîtîkayên zextê biparêze; têkoşîna azadiya jinê ye". Lewma divê berê xwe bidin qadên azadiya jinê refên gerîla. Nepêkane ku jin di nava civakê de têkoşîna azadiyê bimeşînin, gelekî girîng e ku tevlî nava refên gerîlayên jin bibin.
Rojbîn Hogir: Ez, şîdeta li hemberî jinê şermezar dikim. Zîhniyeta mêr temsîliyeta xwe îro di nava dewletê, AKP û DAIŞ'ê de nîşan dide. Ji ber vê yekê, divê jin zanibin ku ku mêr ji bo baweriya jinê ya li xwe bişikîne û bixe bin desthilatdariya xwe, têdikoş e. Li hemberî vê yekê bang li jinan dikim ku parêznaeyên Rêber Apo baş bixînin û perspektîfên rê û rêbazê xweparastina li hemberî jinê baş fêm bikin. Ji bo pêşîgirtina li her şêwe şîdetê, di serî de jinên ciwan girîng e hemû jin li ser xweparastinê kûr bibin.
Niştiman Azadî: Şîdeta îro li hemberî jinê tê meşandin, şermezar dikim. Nirxen jinê, ku xwe û aliyê xwe yên civakî her tim parast, hewl tê dayîn ji aliyê dewletê ve yanî mêr ve bi zext û şîdetê re bên desteserkirin. Divê jin ti carî ji bîr nekin ku ew pêşeng in. Mînaka vê yekê jî, jinên li Şengal, Rojava û li çiyayên azadiyê têdikoşin e. Dema jin bi rola xwe ya pêşengiya civakê rabe û têkoşîna xwe ji her alî ve mezin bike, wê dewlet ji holê rabe.
Ji vê derê bang li jinan dikim; Perspektîf û analîzên Rêbertî bixwînin. Pêwîste şîdetan li hemberî jinê bi tenê di şexsê jinê de neyê nirxandin. Şîdeta îro li hemberî jinê tê kirin, şîdetek li hemberî civakê ye. Lewma divê hemû civak li hemberî van polîtîkayên şîdetê derkevin. Herî dawî dayika 5 zarokan Selamet Yeşîmen li Nisêbînê hat qetikirin. Divê xwedî lê bê derketin û ev yek weke sedema bilindkirina têkoşînê bê dîtin. Bi vê wesîleyê bang li hemû jinan dikim ku xweparastinê xurt bikin û bêhtir li ber xwe bidin.