Jinên Helebî name ji Ocalan re şandin
Jinên Suryanî û Ereb ên li Helebê dijîn, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin û gotin, "Nêrînên we yên felsefî pêşî li azadiya me jinan vedikin."
Jinên Suryanî û Ereb ên li Helebê dijîn, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin û gotin, "Nêrînên we yên felsefî pêşî li azadiya me jinan vedikin."
Jinên Suryanî û Ereb ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijîn, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin. Jinan nameyên xwe radestî Weqfa Zanistî û Perwerdeyê ya Jinên Azad kirin ku bigihîne Girava Îmraliyê. Beriya radestkirina nameyan jinan li ber Dêra Dayik Meryem daxuyaniyeke kurt dan.
Li ser navê Weqfa Jinan Leyla Xalid peyivî û got, "Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinên ev name nivîsandine, dikim. Di her rêxistinbûyînê de em hêvîdar in ku têkiliyên civakî yên di navbera jinan de bên xurtkirin. Bi vê yekê re weke jinên azad em dikarin li hev bicivin û asta xwe ya zanebûn û pêşengiyê xurt bikin."
Dûre nameya hat nivîsandin, hat xwendin. Çend ji beşên nameyê bi vî rengî ye: "Li xaka Sûriyeyê, bi saya nêrînên we yên felsefî, jin zincîrên koledariyê dişikînin. Ji ber vê yekê em bi nêrînên we bawer in û ji ber ku dizanin ev nêrîn jinan xurt dikin, bi baldarî pêşwazî dikin. Her jin nav û azadiya we diqîrin. We rê vekirin ku li Rojhilata Navîn azadiya jinê bê naskirin. Em vê azadiyê pîroz dibînin. Birêz Abdullah Ocalan bûye sembola parastina mafên jinan. Em bang li dewleta Tirk dikin ku tavilê Birêz Ocalan serbest berde."
Name, ji bo radestî Ocalan bike, pêşkêşî nûnerên weqfê hat kirin.