Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên jinan berfireh dibin

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan, jin daketin kolanan.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan, jin daketin kolanan. Li dijî şîdet û cînayetan pêşendanên protestoyê hatin lidarxistin, semîner û ziyaret pêk hatin. Jinan bal kişandin ser rola bi destê zilaman pêkanîna şîdeta dewletê, xwestin ku kesên şîdetê pêk tînin bên teşhîrkirin. Jin wê tevahî hefteyê aktîvîteyên xwe bidomînin.

WAN

Li Parka Feqiyê Teyran a Wanê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şaredariya Îpekyolû têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Li ser navê jinên ku maskeyên jinên hatine qetilkirin dan ber rûyên xwe, Wekîla Hevşaredara Îpekyolû Nermîn Ûnat wiha axivî: “Li Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê şîdeta li hember jinê û zexta li ser ked, nasname û bedena jinê her diçe zêdetir dibe.”

Piştî çalakiya bi dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû, jinan broşurên, “Şîdeta li hember jinê çi ye?” belav kirin.

ANÎN PÊŞIYA GIRTÎGEHÊ

Hevbirên KJA yên Wanê li pêşiya Girtîgeha Girtî ya Tîpe M a Wanê ku her tim bi îdîayên şîdeta li hember jinê û tacîzan dikeve rojevê, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

STANDA AGAHDARKIRINÊ HAT VEKIRIN

Şaredariya Artemêtan a Wanê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê li taxên girêdayî navçeyê standên, “Şîdeta li Hember Jinê bêje li hember bisekine!” vekir. Di çarçoveya xebatan di pêşengiya KJA’yê de standên li Semta Bazara Sêşemê ya Taxa Suphanê, li Bazara Çarşemê ya Taxa Şabaniye û naveda navçeya Artemêtanê hatin vekirin ji aliyê gel rastî eleqeyek mezin hatin.

Jinan li navenda navçeyê qehwexane û esnaf ziyaret kirin, broşurên li dijî şîdeta li hember jinê belav kirin.

JIYANA JINÊN HATIN QETILKIRIN VEGOTIN

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê jî ji aliyê hevbirên KJA û Şaredariya Mehmûdî li salona civînê ya avahiya xizmetê têkîldarî şîdet û cinayeta li hember jinê semîner hat dayîn.

Personelên Şaredariya Mehmûdî jî jiyana jinên ji aliyê zilaman hatine qetilkirin vegotin. Semîner bi guhdarkirina helbestan bi dawî bû.

JI ŞAREDERIYA BÊGIR ZIYARETA ESNAFÊN JIN

Li navçeya Bêgir a Wanê bi boneya 25’ê Mijdarê Hevşaredara Bêgir Safûre Guneş û personelên şaredariyê, esnafên jin ên li navçeyê ziyaret kirin. Piştî ziyaretan, jinên li Mala Jinan a ji aliyê şaredariyê hatibû avakirin û jinên di Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgir tevî kedkarên tendûristiyê hatin ziyaretkirin. Qerenfîl û şalên xemrî diyarî jinan kirin.

AGIRÎ

Midûriyeta Jinan û Xizmetên Malbatê ya Şaredariya Bazîdê ya Agirî û Navenda Piştevaniya Jinan a Sema Yuce bi wesîleya 25’ê Mijdarê bernameya aktîvîteyên ku wê li dar bixin aşkera kirin. Midûra Jinan û Xizmetên Malbatê ya Şaredariya Bazidê Berîvan Tîmûr li hember şîdetê banga berxwedanê li jinan kir, ragihand ku di çarçoveya aktîvîteyên 24-25’ê Mijdarê wê bi pêşendanên fîlman, çalakiyên hişyarbûnê, daliqandina stîcker û afîşan, belavkirina îlanan û vekirina standan xebatên gel bimeşînin.

MÛŞ

Meclîsa Jinên Gimgimê ya Mûşê jî bernameya xwe ya aktîvîteyê 25’ê Mijdarê li Navenda Piştevaniya Jinan a Savûşka bi civînekê da xuyakirin. Li ser navê Meclîsa Jinên Gimgimê Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Gimgimê Fevziye Erdemîrcî destnîşan kir ku pêkanînên dewletê yên li hember Ekîn Wan dizanin ku şîdeta herî mezin e, di vê çarçoveyê de aktîvîteyên wê li dar bixin jî wiha ragihand: “Li Gimgimê, 23’ê Mijdarê saet 13.00’an li Navenda Piştevaniya Jinan a Savûşka wê panelek bê lidarxistin. Her wiha 25’ê Mijdarê jî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk wê daxuyaniyek çapemeniya ya girseyî bê lidarxistin.”

MÊRDÎN

Li Taxa Îstasyon a navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi boneya 25’ê Mijdarê hevpeyvîn û pêşendana sînevîzyonê hebû. Di bernameya aktîvîteya ku KJA, KESK, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Artûklû bi hev re organîze kirin de Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Perîhan Agaoglû axivî, behsa girîngiya dîroka 25’ê Mijdarê kir, asta ku têkoşîna jinê gihiştiyê nirxand.

Piştî hevpeyvînê pêşendana belgefîlma têkoşîna berxwedana YPJ’ê û têkoşîna jinan ên li Kobanê kiriye mijar hat temaşekirin. Piştî pêşendanê, Hevseroka Şaxa Mêrdînê ya Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya Parêzer Seher Acay der barê “mafên jinan” û Seroka Daîreya Pêşxistina Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mekiye Guzel jî têkildarî “Navendên Piştevaniya Jinan” agahî parve kirin.

AMED

Xebatkarên jin ên Şaredariya Sûrê ya Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên li girtîgehan girtî re kart şandin. Xebatkarên jin ên Şaredariya Sûrê û endamên meclîsê tevlî bernameya ku Midûriyeta Polîtîkayên Jin organîze kir bûn. Jinan li pêşiya avahiya PTT’ê daxuyaniyek kurt dan, piştre jî ji jinên li girtîgehan girtî re kart şandin.

ANTALYA

Parêzerên endamên Desteya Mafên Jinan a Baroya Antalya beriya 25’ê Mijdarê ji bo balkişandina şîdeta zilam li Edlîyeya Antalya pêşendana wêneyan vekirin. Li qada pêşendanê ji gruba her temenî û pîşeyî maketên zilaman hat danîn, her wiha maketên failên cînayetên jinan pêkanîne jî hatin danîn. Jinên parêzer hincetên kuştinê yên qatilan li ser maketan nivîsandin, wiha jî teşhîr kirin, bi qirika maketan jî kêmkirina tehrîkê ya ku dadgeh bê maf didin daliqandin.

Endama Desteya Mafên Jinan a Baroya Antalya Parêzer Aylîn Onûrsev ji bo armanca vekirina pêşendanê ji bilî şîdeta li hember jinê, destnîşan kir ku balkişandina ser bikaranîna medyayê ya wêneyên jinên hatine maxdûrkirin an jî hatine qetilkirin

Pêşendan heta 27’ê Mijdarê wê li Edliyeya Antalya vekirî bimîne.

ÎZMÎR

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi civîna çapemeniyê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê da xuyakirin. Di civînê de Endama KJA Dîlan Akpolat axivî, got ku di dîroka 5 hezar sal a şaristaniyê de şîdeta li hember jinê dixwazin asayî bikin lê wê nepejirînin û ji bo jinê jî xweparastinê pêş bixin.

Akpolat bernameya aktîvîteyan wiha ragihand: “Li navçeya Karabaglar saet 20.00’an wê meşa bi meşale bê lidarxistin. 22’ê Mijdarê wê li cihê Bazaran belavok bên belavkirin. 24’ê Mijdarê bi Meclîsa Dayikên Aştiyê bi armanca piştevaniya jinên girtî wê li pêşiya Girtîgeha Şakranê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. 24’ê Mijdarê li Akademiya Siyasetê ya HDP’ê wê atolyeya dowîz û dirûşm bê lidarxistin. 25’ê Mijdarê wê ji Alsancakê ji Cadeya Kibris Şehîtlerî heta pêşiya Gara Alsancak meşek girseyî bê lidarxistin.”