Jinan li Mersînê gora Şaylemez ziyaret kirin

Starta 25’ê Mijdarê li Mersînê bi serdana gora Leyla Şaylemez a yek ji jinên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hat destpêkirin.

Starta 25’ê Mijdarê li Mersînê bi serdana gora Leyla Şaylemez a yek ji jinên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hat destpêkirin.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Mersîn, starta aktîvîteyên 25’ê Mijdarê bi şîara "Tazîtiya me rûmeta me ye, azadiya me Ekîn Wan e" li Mersînê bi serdana gora Leyla Şaylemez a yek ji jinên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, dan destpêkirin. Jinên KJA’yî yên gora Şaylemez a li Goristana Navçeyê ya Guneykent a navçeya Toroslar a Mersîn ziyaret kirin, qerenfîl danîn ser gorê.

Aktîvîsta KJA Telfa Arinç a li ser gora Şaylemez axivî diyar kir ku tevî 3 sal li ser komkujiyê derbas bûye jî hê jî fail nehatine dîtin û got: "Heval Sara, Heval Ronahî û Heval Fîdan di têkoşîna jinê de pêşengên me ne.”

Arinç anî ziman ku Sakine Cansiz (Sara) yek ji pêşenga têkoşîna azadiya jinê ye û wiha dewam kir: "Em ê bi mînakgirtina berxwedan û têkoşîna wan berxwedan û têkoşîna jinê pêş bixin.”

Piştî axaftinan jinan rêzgirtin pêk anîn û piştî qerenfîl danîn ser gora Şaylemez ji goristanê veqetiyan.