Ocalan: Divê herî kêm rêxistineke ku jin xwe îfade bikin hebe
Ji heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî azadî û rêxistinbûna jinê ragihand.
Ji heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî azadî û rêxistinbûna jinê ragihand.
Li Rihayê bi munasebeta 25'ê Mijdarê panela bi navê "Şîdeta zilam îdeolojîk e, xweparastin maf e" li Salona Konferansê ya Mozaîk AVM'ê hate lidarxistin. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî azadî û rêxistinbûna jinê ragihand.
Li Rihayê bi munasebeta 25'ê Mijdarê panela bi navê "Şîdeta zilam îdeolojîk e, parastina cewherî maf e" li Salona Konferansê ya Mozaîk AVM'ê hate lidarxistin. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, ji rêveberiya KJA'yê Ayşe Gokkan û gelek jin beşdar bûn. Moderatora panelê Endama Meclîsa DBP'ê ya Serêkaniyê Esra Guler di destpê de axivî û diyar kir ku li her derê cihanê li dijî jinan şîdet pêk tê û roj bi roj zêdetir dibe.
Ayşe Gokkan jî têkildarî xwerêveberiyan û êrîşên dewletê axivî û diyar kir ku dewlet xwerêveberiyan îlegal nîşan dide û xwerêveberî û xweserî li her derê cîhanê qanûnî ye.
Gokkan anî ziman ku di dîrokê di ji sedî 98 civak bê dewlet jiyana xwe berdewam kirine û pêvajoya bi dewletê tenê ji sedî 2 ye û ew ê vî radeya ji sedî 2 qebûl nekin û ji ber vê yekê jî xwerêveberî û xweseriyê dixwazin. Gokkan derbirî ku ji ber ku li Rojava jî xweparastinê pêk tîne îro evqas serketî ye û wiha axivî: "DAIŞ rêxistineke ku bi tesadufî derketiye holê nîne. Bi awayekî stratejîk û polîtîk hate avakirin. AKP, DAIŞ'ê diparêze ev tê wî wateyê ku AKP DAIŞ e. Di dema AKP'ê de şîdeta li hemberî jinan derket asta herî jor. Di dema AKP û DAIŞ'ê de zêdebûna şîdeta li dijî jinan ne tesaduf e. Em Kenan Evrenekî din qebûl nakin." Gokkan bal kişand li ser girîngiya xweparastinê ya ji bo jinan û wiha got: "Em ê xwe rêxistin bikin û biparêzin. Em ê azadiya xwe ya aborî, komunên xwe ava bikin. Bi her awayî li dijî şîdetê xwe biparêzin."
Ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî wiha axivî: "Di hevdîtina me ya yekem de Rêbertî ji min re gotibû silavên min ji bo hemû jinan bibe. Ez vê wekî berpirsyariyekê dibînim. Min silavê Rêbertî ji bo hemû jin û hevrêyan anî. Ji bo me armanc ev e, ew bi xwe silav û perspektîfên xwe bide wan rojan anî ne. Ev xeyal jî ne dûr e. Pêkanînê vê deynê stûye me ye."
Bagriyanik got ku tevlîbûna jinan a pêvajoya muzakereyê girîng e û dewlet nedixwest jin beşdar bibin lê bi israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin tevlî muzakereyan bûne. Bagriyanik wiha axivî: "Rêbertî dibêje, Rêxistinbûna jinê rêya muzakereyan vekir. Ev ceribandina ku me pêşî vekir e. Li hemberî êrîşan hûn ê xwe çawa biparêzin. Divê herî kêm rêxistineke ku jin xwe îfade bikin hebe. Bagriyanik got ku di demên dawî de nûçeyên ku wekî dewlet bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne tên weşandin û anî ziman ku ev nûçe spekulasyon in." Bagriyanik bi gotina "Em ê xwerêveberiyan û xweseriyê pêk bînin û azadiya xwe bi azadiya Rêbertî pêk bînin" axaftina xwe bi dawî kir.
Psîkoloj Emel Ezgî jî li ser bandorên şer axivî. Ezgî da zanîn ku li Tirkiyeyê rojê 5 jin tên qetilkirin.
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.