Jinên li Ewropayê wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
Jinên Kurd ên li Ewropayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Şîdeta li hemberî Jinê, wê li gelek navendan çalakiyan lidar bixin.
Jinên Kurd ên li Ewropayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Şîdeta li hemberî Jinê, wê li gelek navendan çalakiyan lidar bixin.
Jinên Kurd ên li Ewropayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Şîdeta li hemberî Jinê, wê li gelek navendan çalakiyan lidar bixin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TJKE, di destpêka daxuyaniya xwe de, berxwedana xwişkên Mîrabel ên ku bi sekna mezin a jinê re 25'ê Mijdarê afirandin silav kir û got, "Xwişkên Mîrabel, sekna jinê ya berxwedêr, rêxistinbûyî û zane, bi jiyanên xwe yên bi rûmet re temsîl kirin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên qirkirin û êrîşên li dijî civak, xweza û jinê yên ji aliyê hêzên sîstema baviksalariyê di sala 2015'an de hatin meşandin û hat ragihandin, ku li Rojhilata Navîn di bin navê DAIŞ'ê de sîstema bi serdestiya mêr, di asteke hovane de êrîşî gel û jinên Kurd û tevahiya jinên Rojhilata Navîn kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "DAIŞ weke rêxistinbûyîna lihevkirinê ya herî qirêt a hêzên sîstema baviksalariyê derketiye pêşiya me. DAIŞ di sedsala 21'an de bûye navê dijminatiya li jinê, demokrasî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn. Li Afganîstanê jî Talîban, li Nîjeryayê jî Boko Haram e. Ev komên çete ji dewletên Tirk, Ereb û Fars ên li dijî şoreşa civakî, azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a li Rojhilata Navîn tê afirandin şerê topyekûn dimeşînin, ne cuda ne."
TJK-E da zanîn ku Erdogan û rejîma AKP'ê ku bi darbeyeke sivîl a faşîst li ser desthilatdariyê ye, bi awayekî vekirî nîşan dane ku DAIŞ'ê ji her alî ve xwedî dikin û destek dikin û got, "Ji hêzên sîstema kapîtalîst DYA û Yekîtiya Ewropa jî desteka polîtîk û leşkerî didin rejîma Erdogan. Welatên koalîsyonê her çend weke ku bombeyan li DAIŞ'e dibarîne tên dîtin jî, di rastiyê de artêş û dewleta Tirk xwedî dikin, ku ev dewlet li hemberî şoreşgerên jin ên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin operasyonan pêk tîne, bombeyan li ser gelê aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin dibarîne. Ev yek jî nîşaneya tifaqa gemarî ya hêzên sîstema serdestiya mêr, radixe pêş çavan. Ev tifaqa van hêzan dibe sedema qetilkirina jinan, kolekirina jinan û ferzkirina çanda destavêtinê. Berpirsyarê qirkirina jin û gelan a li Rojhilata Navîn, xwediyên vê tifaqê ne."
TJK-E bal kişand ser pêla koçberiyê û da zanîn ku koçberiya îro ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê ber bi welatên Rojava ve tê kirin, trajediyeke mirovahiyê ye û destnîşan kir ku ev yek encama tifaqa li ser berjewendiyên qirêj e. TJKE bi wesîleya 25'ê Mijdarê, xwediyên zîhniyeta ku şer xwedî dikin, berê mirovan didin koçberiyê û jinan pêşkêşî bazaran dikin, şermezar kir.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê em dibêjin, bi tenê şermezarkirina pêkanînên qirkirin û şîdetê yên sîstema baviksalariyê têrê nakin. Ji bo bi awayekî rast xwedî li 25'ê Mijdarê û berxwedana xwişkên Mîrabel bê derketin, em sîstema civakeke nû ya xwe dispêre azadiya jinê ava dikin. Ji Rojava heta Bakur, ji Başûr heta Şengalê heta Rojhilat, weke jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, Tirkmen em xwerêveberiyên xwe ava dikin. Li Kobanê, Cizîrê, Botan, Şengal, li Amedê em xweseriyên jinê yên demokratîk ava dikin. Ji bo garantiya van jî em hêza xweparastinê jinê li her cihî ava dikin. Ji ber ku em dizanin ku dirûşmên me têra dijderketin û têkbirina sîstema baviksalariyê nake. Pêla vê sîstemê bi tenê bi bilêvkirina daxwazan nayê şikandin."
TJK-E bal kişand ser şîdeta hovane û giran a artêşa Tirk li jinan, li bedenên jinan dike û got, "Jinên Kurd ên dibêjin 'Bedena Ekîn Wan bedena me ye, berxwedana wê berxwedana me ye' bi biryar in ku hêza xweparastina jinê xurt bikin û hesab bipirsin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bersivdayîna ji bo 25'ê Mijdarê, bi jîndarkirina ruh û nêrînên Mîrabelayuan li Domînîk, Sarayan li Parîsê û Arînan li Rojava dibe. Xweparastin mafê jiyanê yê jinan e. Em vî mafê xwe, bi avakirina xweseriya xwe ya xwe dispêre demokratîk-ekolojîk-azadîparêziya jinê ava biafirînin.
Em jî weke jinên li bakur û Rojavayê Kurdistanê rêveberiyên xweser ên demokratîk ava dikin û bi xweparastinê re diparêzin, dibêjin 'Garantiya azadiya me, xweparastin e."
Cih û dema meşên jinên Kurd ên li Ewropayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê lidar bixin, bi vî rengî ye:
21'Ê MIJDARÊ
Dortmûnd, Bonn, Koln, Wûppertal, Gîessen, Maînz û Parîs
22'Ê MIJDARÊ
Basel
24'Ê MIJDARÊ
Nantes
25'Ê MIJDARÊ
Hannover, Hambûrg, Berlîn, Dresden, Stûttgart, Ûlm, Freîbûrg, Munchen, Esslîngen, Darmstadt, Dûîsbûrg, Hagen, Den Haag, Stockholm, Bruksel, Marsîlya û Rennes
26'Ê MIJDARÊ
Rennes
28'Ê MIJDARÊ
Strasboûrg, Roterdam, Frankfûrt, Mannheîm, Essen û Nurnberg
TJK-E di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de wê li gelek navendan panelan jî lidar bixe.
Plansaziya van panelan jî bi vî rengî ye:
20'Ê MIJDARÊ
Fransa / Dûro,
22'Ê MIJDARÊ
Parîs Vîlle le Belle, Strasboûrg, bajarên Elmanya Bonn, Troîsdorf, Hagen, Meşede û Atendor
22'Ê MIJDARÊ
Parîs Vîllebel, Dresden û Mannheîm-semîner
Li Hagenê panela bi mijara Îslama Demokratîk û jin
23'Ê MIJDARÊ
Mulhoûse
24'Ê MIJDARÊ
Hambûrg
25'Ê MIJDARÊ
Danîmarka, Frankfûrt, Darmstad, Maînz û Nurnberg
Di 27-28'ê Mijdarê de li Goteborgê çalakiya kon a du rojan
27-28 Kasım tarihleri arasında Kassel’de kadına şiddete karşı eğitim ve panel
Di 28'ê Mijdarê de li Fînlandiya, Dusseldorf û navenda Parîsê panel
29'Ê MIJDARÊ
Hambûrg, Wûpertal, Monchengladbach û Nanter
12'Ê KANÛNÊ
Creîl
13'Ê KANÛNÊ
Normandîe
20'Ê KANÛNÊ
Reîms