Pêkhateyên KJA'yê diçin Nisêbînê

Pêkhateyên KJA'yê yên Mêrdînê, hemû rêxistinên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê vexwendin Nisêbînê, ku derketina derve lê hatiye qedexekirin.

Pêkhateyên KJA'yê yên Mêrdînê, hemû rêxistinên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê vexwendin Nisêbînê, ku derketina derve lê hatiye qedexekirin.

Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Mêrdînê biryar dan roja Şemiyê biçin Nisêbînê ku ev 7 roj in derketina derve lê qedexe ye. KJA'yê ev biryara xwe bi civîneke çapemeniyê ragihand. Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay û aktîvîstên KJA beşdarî civînê bûn.

Li ser navê Pêkhateyên KJA yên Mêrdînê Perîhan Agaoglû daxuyaniya hevpar da û bibîr xist, ku bi qedexeya derketina derve re li gelek deveran gelek sivîl hatine qetilkirin. Agaoglû da xuyakirin ku herî dawî li Nisêbînê, gelê sivîl bi komkujiyê re rû bi rû hatiye hiştin. Agaoglû diyar kir ku heta niha li Nisêbînê 3 sivîl hatine qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Perîhan Agaoglû da zanîn ku ew ê roja Şemiyê saet di 11:00 de li Nisêbînê bin û hemû rêxistinên jinan vexwend navçeyê.