Jinan ji bo 25’ê Mijdarê banga derketina qadan kirin

Jin li Amed û Dêrsimê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê hatin cem hev, bang li tevahî jinan kirin ku 25’ê Mijdarê dakevin qadan.

Jin li Amed û Dêrsimê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê hatin cem hev, bang li tevahî jinan kirin ku 25’ê Midarê dakevin qadan.

Di çarçoveya aktîvîteya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan aktîvîstên KJA li Bismilê meşek li dar xistin. Bi sedan jin li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Bismilê hatin cem hev û Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Bismilê Celîle Kaplan jî di nav de cih girtin, dowîzên, “Jin Jiyan Azadî” û “Ji Qirkirina Jinê re Na!” rakirin ber bi Taxa Rojava ketin meşê. Piştî meşê, jin hatin pêşiya mala ku roja 6’ê Cotmehê piştî qedexeya kolanan 1 jê zarok 4 ciwan hatibûn qetilkirin,  li vir daxuyanî dan.

Li navçeya Erxenî ya Amedê hevbirên KJA bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji bo meşa wê li navçeyê 21’ê Mijdarê bê lidarxistin bi şîara, “Şîdeta li hember jinê îdeolojîk e, xweparastin maf e”li taxan belavok belav kirin. Her wiha ji bo balkişandina ser şîdeta li hember jinan li bîlbordan afîş hatin daliqandin.

DÊRSIM

Navenda Piştevaniya Jinan a Yaşam a Dêrsimê ku di bin banê Şaredariya Dêrsimê de xebatên jinan dimeşîne, di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê di aktîvîteya sînemayê de hatin cem hev. Meclîsa Jinan a Şaredariyê, Platforma Jinan a Dêrsim û gelek jin tevlî aktîvîteya li Sînema 62 a Dêrsimê bûn. Filmê bi navê “Hêvî” ya derhênertiya wê Yuksel Yavûz kiriye hat pêşendan. Dema temaşeya film de kêliyên hestiyar jî hatin jiyîn.