Li Berlînê panela li ser rewşa jinên Şengalê
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya Meclîsa Jinên Êzidî û saziyên navneteweyî yên jinan ên de barê jinên li Şengalê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kirin, panelek hat lidarxistin.

Di panela duh a li Berlînê de tevî jinên Kurd, jinên Afgan û Îranî jî amade bûn. Di destpêka panelê de peyama Meclîsa Jinên Êzidî li Şengalê weke sînevîzyon hat nîşandan.
Di peyamê de bal hat kişandin ser fermana 73'an û hat ragihandin ku tevî hovîtiya di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi serê wan de hatiye, hînê bi hezaran jin û zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin li kolanan tên firotin.
Jinên Şengalî mudaxleya gerîlayên HPG û YJA Starê ya li komkujiyê bibîr xistin û gotin, "Jinên Şengalî ji gerîlayên jin ên PKK'yî hêz wergirtin, dest danîn ser êşa xwe û xwe birêxistin kirin.
Di peyamê de hat ragihandin ku tevî avabûna Meclîsa Jinên Êzidî, Yekîneyên Jinên Êzîdxanê hatiye avakirin, jinên Êzidî bi vî rengî hem li refên herî pêş ên şer cih digirin, hem jî perwerdeya bi zimanê dayikê didin zarokan.
Di dawiya peyamê de bang li hemû jinan hat kirin, ku ji bo azadkirina jin, zarok û keçên di destê DAIŞ'ê de xebateke hevpar bimeşînin.
Piştre endamên Meclîsa Jinên Êzidî yên Ewropayê axivîn û anîn ziman ku girîng e daxwazên Jinê Meclîsa Şengalê bi cih werin anîn û li her cihî piştgiriya wan bê kirin.
Meclîsê plansaziya jinên Êzidî ya ji bo 25'ê Mijdarê jî ragihandin û destnîşankirin ku divê statuya Şengalê û YBŞ weke hêza fermî ya parastina Şengalê bê qebûlkirin.