Erzîncan: Rêya têkbirina şîdetê, rêxistinbûyîna jinê ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Em bang li hemû gel û jinan dikin ku bi hev re têbikoşin, li ber xwe bidin û rojên nû yên azad biafirînin."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Em bang li hemû gel û jinan dikin ku bi hev re têbikoşin, li ber xwe bidin û rojên nû yên azad biafirînin."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Em bang li hemû gel û jinan dikin ku bi hev re têbikoşin, li ber xwe bidin û rojên nû yên azad biafirînin."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan da xuyakirin ku bi 1'ê Mijdarê de serdemeke nû destpê kiriye û got, "Rewşa ku tê xwestin bi 1'ê Mijdarê re bê afirandin; bi şîdet, zext û zordariyê re qelskirin û şikandina vîna gelê Kurd e."
Erzîncan ragihand ku bi êrîşan re tê xwestin destketiyên 40 salan ên gelê Kurd ji holê werin rakirin û ev nrixandin kir: "Her wiha armanc têkbirina projeya HDP'ê ye. Xwestin sîstema berxwedanê ya jin û gelan a bi ked, berxwedan û xebateke mezin hat afirandin, bê hilweşandin. Di vir de nêzîkatiyeke bingehîn û hedefgirtin hebû. Lê belê haya gelê me û jinan ji polîtîkaya şîdetê, polîtîkayên zext û zordariyê yên AKP'ê hene. Li ser vê bingehê xebatên xwerêveberiyê yên beriya vê demê destpê kirin, piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî dewam kirin. Me mînaka vê ya şênber li Farqînê dîtin. Gelê Farqînê berxwedaneke mezin nîşan da. Li dijî zext û polîtîkayên zordariyê yên AKP'ê, bi heybetî xwedî li vîna xwe ya xwerêveberiyê derket. Berxwedana li Farqînê derket holê, bi xwedîderketineke mezin li tevahiya Kurdistanê hat pêşwazîkirin. Ne tenê gelê Kurd, hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkikyeyê, hemû hêzên ji vîna gelan û demokrasiyê bawer dikin, destek dan."
'DEWLETÊ, JIN, ZAROK Û CIWAN HEDEF GIRT'
Erzîncan diyar kir ku di xebat û îlanên xwerêveberiyê de AKP'ê jin, ciwan û zarok hedef girtiye û da zanîn ku bi awayekî gelekî zanebûn, hêza herî dînamîk a gel hedef girtiye. Erzîncan got, "Bi vê rêbazê re hewl dide daxwazên azadiyê yên gelê me, gelên me bi awayekî gelekî cidî qels bike. Şaredar û parlamenter bi xwe jî rastî êrîşên gelekî hovane tên. Herî dawî êrîş li hemberî Hevseroka HDP'ê hat kirin. Bi van hemûyan re jin hedef tê girtin û tê xwestin were bêdengkirin. Gelê me ne xerîbê van polîtîkayên AKP'ê ye. Daneheviyeke me ya 40 salan heye, dersên ku jinan ji dîroka têkoşîn û berxwedanê derxistine hene. Di dema Pêş de em ê bêhtir bibînin ku gelê me û jinên me wê li hemberî van polîtîkayên êrîşê di asteke bilindtir de bi vîna xwe û rêveberiyên xwe re bersivê bidin pêvajoyê. Di roja îro de ya ku sîstema dewletparêz, desthilatdarîparêz herî bêhtir jê ditirse, xwerêveberî û hêza dayîna biryarên xwe ya gelan û jinan e. Gelên me û jin wê bi têkoşîneke hevpar re, bi vîneke kolektîf, demokratîk û azadîparêz re bi ser bikevin.
Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re; ji aliyê esasî ve polîtîkayên şîdetê, nêzîkatiyên dewletparêzî û desthilatdarîparêzî yên di şexsê jinê de tên nîşandan, êdî li ber tinebûnê ne. Em çiqasî li ber xwe bidin, xwe birêxistin bikin, li dora hev bicivin, wê hêzên dewletparêz û desthilatdarîparêz nikaribin tiştekî bkin. Em di wê baweriyê de ne ku hem gelên me hem jî jin, bi berxwedan, rexistinbûyîn û hevgirtinê re dikarin bigihêjin serketinê, jiyaneke nû ya azad û demokratîk biafirînin. Eger em hemû bi hev re têbikoşin, li çiyê, deşt û zozanan sîstemeke alternatîf karibin biafirînin, em ê sîstema dewletparêz ji jiyan û xaka xwe biavêjin. Bi vî rengî wê bersiveke xurt ji şehîdan, ked û dîroka têkoşîna me re bê dayîn. Ya ku Rêberê me li bendê ye ev. Yanî Rêbertî her tim ev digot; 'fêmkirina min, bicihanîn e'. Ne bi bilêvkirina gotinên dilsoziyê, bi bicihanîna rêbaza jiyanê, pîvanên demokrasiyê û felsefeya Rêbertî re em ê karibin bibin bersiv. Em bang li hemû jin û gelan dikin ku bi hev re têbikoşin, li ber xwe bidin û rojên nû yên azad biafirînin."