Tirkiye di wekheviya zayendî di rêza 130. de ye

Li gor Rapora Ferqa Zayenda Civakî ya Gerdûnî de Tirkiye “Di wekheviya zayendiya civakî de” ji rêza 125. daket rêza 130’emîn.

Rapora 2015 a Ferqa Zayenda Civakî ya Gerdûnî ya Forûma Aboriya Cîhanê (DEF) de paşketina Tirkiye ya “Di wekheviya zayendiya civakî de” didome. Sala 2014'an di nav 142 welatan de ku Tirkiye di rêza 125. de bû, sala 2015’an di nav 145 welatan di rêza 130. de ye. Di wekheviya cinsiyeta civakî de welatên herî li pêş Îzlanda, Norwec, Fînlandiya, Swêd, Îrlanda, Rûanda, Fîlîpîn, Swîsre, Slovenya û Zelandaya Nû ne.

Di rêza herî dawî de Yemen, Pakîstan û Sûriye cih digirin. Di raporê de li gor hesabên heta niha ji bo ferqa zayendiya gerdûnî bi temamî tine bibe 118 sal pêwîst in.

Di raporê de serenavên têkildarî Tirkiyeyê wiha ne:

* Di aliyê tevlîbûna aborî û firsendan de Tirkiye di rêza 131. de cih digire.

*Tirkiyeya di tevlîbûna jinan a kar de ku di rêza 131. de ye, di wekheviya heqdest di rêza 82. de ye.

*Li Tirkiyeyê li beramberî 1 dolarê jinek bi dest dixe, zilamê heman karî dike 2,56 dolar bi dest dixe.

*Jin ji sedî 32,20, zilam ji sedî 75, 6 di kar de dixebitin.

*Tirkiye di aliyê wekheviya zayendî ya perwerdeyê di rêza 105. de cih digire.

* Di xurtbûna siyasî de Tirkiye di rêza 105. de ye.

*Tirkiye di temsiliyeta Meclîsê di rêza 86., pozîsyona wezaretan de rêza 139. de ye.