Li Elmanyayê du jinan dawî li jiyana xwe anîn

Li bajarê Elmanya Essenê du jinan dawî li jiyana xwe anîn. Yek jê Kurd, yek jî Elman, her du jinan di encama travmaya ji ber koçberiyê de dawî li jiyana xwe anîn.

Li bajarê Elmanya Essenê du jinan dawî li jiyana xwe anîn. Yek jê Kurd, yek jî Elman, her du jinan di encama travmaya ji ber koçberiyê de dawî li jiyana xwe anîn.

Kewê Ozturk a berî 15 salan ji gundê Kapapûngal ê navçeya Mûş Gimgimê ji neçarî weke penabera siyasî koçî Elmanyayê kir, dawî li jiyana xwe anî. Ozturk a ku piştî koçberiyê pirsgirêkên ahengiya bi jiyana li Ewropayê, pirsgirêka ziman û gelek pirsgirêkên din rast hat, neçar ma li hemberî gelek nexweşiyan jî li ber xwe bide. Ozturk a bi nexweşiya kanserê ket, dawî li jiyana xwe anî.

Cenazeyê Ozturk li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê endamên Tevgear Jinên Kurd ve hat pêşwazîkirin. Piştî nimêja li ser cenaze, cenaze ber bi Gimgimê ve hat birêkirin.

Nûnerên TJK-E û aktîvîstên UMATARA destnîşan kirin ku yekan rêya sekinandina mirinên bi vî rengî, zanebûn û rêxistinbûyîn e.