Jinan li Arnhemê ji bo Farqînê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li bajarê Hollanda Arnhemê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê û xwedîderketina li berxwedana gel, greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kir.

Jinên Kurd ên li bajarê Hollanda Arnhemê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê û ji bo xwedîderketina li berxwedana Farqînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, bi greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dan destpêkirin re her wiha dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Jin dixwazin bala raya giştî ya Hollandayê bikişîne ser Farqînê û terora dewletê. Jinan diyar kirin ku koçberî li ser gelê Kurd tê ferzkirin û ji Hollanda û dewletên Ewropayê xwestin, ku li hemberî Tirkiyeyê dest bi pêkanînan bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê 10 kesan ve hat destpêkirin û tê payîn ku hejmara beşdaran zêde bibe.