Endam Meclîsa Kerkûkê ya RJAK'ê Reyhan Hemîd got, "Weke RJAK em ê li hemberî bajarên Başûrê Kurdistanê, çalakinên 25'ê Mijdarê yên roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê birêxistin bikin. Gelek tevgerên jinan wê beşdarî van çalakiyan bibin."
DÎREN ROJ
KERKÛK / ANF
în, 20 sermawezê 2015, 10:20
Endam Meclîsa Kerkûkê ya RJAK'ê Reyhan Hemîd got, "Weke RJAK em ê li hemberî bajarên Başûrê Kurdistanê, çalakinên 25'ê Mijdarê yên roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê birêxistin bikin. Gelek tevgerên jinan wê beşdarî van çalakiyan bibin."
Endama Meclîsa Kerkûkê ya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Reyhan Hemîd di çarçoveya 25'ê Mijdarê roja têkoşa li dijî şîdeta li hemberî jinan a navneteweyî bersiv da pirsên ANF'ê û da zanîn ku ew ê li gelek navendên Başûrê Kurdistanê dakevin meydanan.
Endama RJAK'ê Hemî bibîr xist ku herêma Başûrê Kurdistanê yek ji cihên herî zêde şîdeta li hemberî jinê lê tê kirine û got, "Hin derdorên siyasî, mîna gelek mijaran dixwazin mijara şîdeta li hemberî jinê jî bi tenê bi şerê li hemberî DAIŞ'ê yê li herêmê ve girê bidin. Lê belê komkujî û şîdeta li hemberî jinê, encama zîhniyeta serdestiya mêr e."
Reyhan Hemîd anî ziman ku ew ê di 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê de li qadan bin û got, "Weke RJAK em ê li bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyan lidar bixin. Gelek tevgerên jinan tevlî van çalakiyên me dibin. Li Kerkûkê bi pêşengiya RJAK'ê roja 25'e Mijdarê em ê li Bazar Rahîme çalakiyê pêk bînin. Her wiha li ser mijara têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê em ê du semîneran lidar bixin. Eger astengiyek dernekeve holê wê yek ji qiserên semîneran fermandareke YPJ'ê be."
'SEDEMA YEKANE YA ZÊDEBÛNA ŞÎDETÊ NE TENÊ ŞER E'
Hemîd da xuyakirin ku zêdebûna şîdeta li hemberî jinê ne tenê hovîtiya DAIŞ'ê ye û anî ziman ku ev yek encama zîhniyeta bi serdestiya mêr e. Hemîd got, "Başûrê Kurdistanê yek ji herêmên ku mafên jinan herî zêde lê tê binpêkirin e. Ji ber vê yekê şaş e ku mirov bêjin şîdeta li hemberî jinê di dema dawî de zêde bûye. Bi taybetî, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê mîna vîrûseke jehrî li erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bû û li her cihê dagir kir yekser jin hedef girt, ji aliyê sosyolojîk ve vê yekê şîdeta li hemberî jinê dijwartir kir. Vê yekê bandor li Başûrê Kurdistanê jî kir. Lê belê nabe ku zêdebûna bûyerên şîdetê bi tenê bi DAIŞ'ê ve were girêdan. Em dikarin bêjin ku zîhniyeta bi serdestiya mêr, di zêdebûna şîdeta li hemberî jinê de roleke mezin lîstiye."
Reyhan Hemîd bal kişand ser endîşeyên siyasî yên li pêşiya têkoşîna hevpar a jinan li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê li hemberî komkujiyan jin bibin yek deng.
'DIVÊ EM JINÊN ŞENGAL Û KOBANÊ JI XWE RE BIKIN MÎNAK'
Hemîd di têkoşîna jinê de bal kişand ser girîngiya xwebaweriyê û destnîşan kir ku divê ew jinên li Şengal û Kobanê li ber xwe didin ji xwe re bikin mînak. Hemîd got, "Divê jin xwe li nav çar dîwaran ranegirin. Pêwîste ji bo parastina mafên xwe têbikoşin. Girîng e em rola jinan a di berxwedana Şengal û Kobanê de û pêşengiya wan ji xwe re bikin mînak. Ji ber ku me li Kobanê û Şengalê dît, ku eger jin ji xwe bawer bike, mîna Arîn Mîrxan bi tena serê xwe dikare xwe di mejiyê rêxistineke hov a dijminê jinan DAIŞ'ê de biteqîne. Di vê çarçoveyê de pêwîste jinên li Başûrê Kurdistanê di mijara têkoşînê de ji xwe bawer bikin."
GIRÎNGIYA TEVLÎBÛNA LI NAVENDÊN PERWERDEYÊ YÊN JINAN
Reyhan Hemîd anî ziman ku ji bo jin xwe bigihînin hişmendiya zayendî û têkoşîneke xurt bimeşînin ew perwerdeyeke berfireh didin û anî ziman ku girîng e jin beşdarî van dewreyên perwerdeyê yên li navendên perwerdeyê yên jinan bibin.
Hemîd got, "Weke jinên Kurd, mîna li parçeyên din ên Kurdistanê divê em ji civaka li Başûrê Kurdistanê re jî pêşengiyê bikin. Di vî warî de divê jin timî xwe perwerde bikin."