Jin 25’ê Mijdarê wê li qadan bin
Li Tirkiye û Kurdistanê jinên ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê amadekariya daketina kolanan dikin diyar kirin ku ew ê 25'ê Mijdarê ne wekî jinên ku bûne mexdûrên şîdetê wê wekî jinên li ber xwe didin pêşwazî bikin.
Li Tirkiye û Kurdistanê jinên ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê amadekariya daketina kolanan dikin diyar kirin ku ew ê 25'ê Mijdarê ne wekî jinên ku bûne mexdûrên şîdetê wê wekî jinên li ber xwe didin pêşwazî bikin.
Li Tirkiye û Kurdistanê jinên ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinan amadekariya daketina kolanan dikin diyar kirin ku ew ê 25'ê Mijdarê ne wekî jinên ku bûne mexdûrên şîdetê wê wekî jinên li ber xwe didin pêşwazî bikin. Jinan banga daketina kolanan li hemû jinan kirin.
STENBOL
Koordînasyona Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê têkildarî 25'ê Mijdarê li avahiya partiyê daxuyanî da. Berdevka Koordînasyona Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê Arzu Moco axivî û got ku di çarçoveya bernameyê de ew ê di 18 û 22'yê Mijdarê de li Sancaktepe û Umraniyeyê panelan li dar bixin. Moco anî ziman ku di 25'ê Mijdarê de jî bi beşdariya hemû rêxistinên jinan ve wê ji Tunela Beyogluyê heta Lîseya Galatasarayê meşê li dar bixin. Moco bilêv kir ku weke jin ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.
Moco da zanîn ku şîdeta li hemberî jinan îdeolojîk e û bal kişand li ser şîdeta zilam û ya dewletê ya li hemberî jinan û wiha got: "Em ê 25'ê Mijdarê ne wekî jinên ku bûne mexdûrên şîdetê wê wekî jinên li ber xwe didin pêşwazî bikin." Moco diyar kir ku ew weke jin hêza xwe ji Rojava. Cizîr, Farqîn û Nisêbînê jinên ku li ber xwe didin digirin û nirxandina "Em li dijî şîdeta zilam-dewlet li ber xwe didin" kir. Moco bang li jinan kir û xwest di 18-25'ê Mijdarê de li kolan û qadan bin.
COLEMÊRG
Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) jî bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê li Navenda Jinê ya Binevşê ya Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyê aşkera kirin. Di daxuyaniyê de civaknasa navendê Ozgul Dogan axivî û got ku ligel têkoşîna jinan a li dijî şîdetê qatlîamên li dijî jinan û şîdet bedrewam dike. Dogan wiha got: "Em bi şîara 'Şîdeta zilam îdeolojîk e, parastina cewherî maf e' bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de li qadan bin."
Dogan bername jî wiha aşkera kir:
* Di 21'ê Mijdarê de dê têkîldarî têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan û zayenda civakî panel.
* Di 21-22-23'yê Mijdarê de sînevîzyon.
* Di 24'ê Mijdarê de bi erbaneyan belavokên destan dê belavkirin.
* Di 25'ê Mijdarê de ji Navenda Jinê ya Binevşê meş.
MÊRSÎN
Meclîsa Jinan a Şaredariya Mêrsînê, bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Hemberî Jinan li ber şaredariyê bi daxuyaniyeke aşkera kir. Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Akdenîzê Aynur Şahîn diyar kir ku kuştinên jinan her roj zêdetir dibe û sedema vê yekê jî polîtîkayên dewletê ye û bi qedexeyên derketina kolanan ve gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dane. Şahin got ku divê şîdeta dewletê ya li Kurdistanê divê bi dawî bibe û muzakere ji nû ve bên destpêkirin.
Şahîn destnîşan kir ji bo ku şîdeta li hemberî jinan bi dawî bibe Tirkiyeyê Peymana Stenbolê CEDAW îmze kiriye û nirxandina "Ligel qanûnên ku hatine guhertin û peylanên hatine îmzekirin jî şîdeta li hemberî jinan li şûna kêm bibe zêde dibe. Ji ber vê yekê jî divê pêwîstiyên Peymana Stenbolê û CEDAW'ê bikeve meriyetê û şîdeta li dijî jinan bi dawî bibe."
Şahîn bernameya 25'ê Mijdarê jî wiha aşkera kir:
* Di 19'ê Mijdarê de dê li Salona Konferansê ya Şaredariyê ji bo jinan fîlm bên pêşandan.
* Di 23-27'ê Mijdarê de li avahiya şaredariyê pêşangeha wêneyan bê vekirin.
* Di 25'ê Mijdarê de têkîldarî lêpirsîna ku der barê jinên beşdarê bernameyên 8'ê Adarê bûne hatiye vekirin, dê daxuyanî bê dayîn.
* Di 25'ê Mijdarê de dê Platforma Jinê meşê li dar bixe.