KJA bernameya çalakiyên hefteyekê yên li Stenbolê aşkera kir

Jinên KJA'yî, wê li Stenbolê tevahiya hefteyekê çalakiyan lidar bixin.

Koordînasyona KJA ya Stenbolê, bernameya çalakiyên xwe yên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê ya Navneteweyî, aşkera kir.

Bi vê armancê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Endamên KJA'yê, 25'ê Mijdarê diyarî Ekîn Wan a ku piştî qetilkirinê bedena wê ji aliyê dewletê ve hat teşhîrkirin û jinên di sedsala 21'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve bi zorê hatin revandin, kirin. Jinên KJA'yî wê bi şiyara "Şîdeta mêr îdeolojîk e, xweparastin maf e" dakevin qadan.

Berdevka Koordînasyona KJA ya Stenbolê Pinar Kandal di civînê de axivî û diyar kir ku jinan bi xweparastinê re têkoşîna xwe bilindtir kirine. 

Kandal anî ziman ku li hemberî şideta mêr û dewletê, parastina rewa maf e û wiha axivî: "Rêya bingehîn a ji holê rakirina şidetê xwerêxistinkirin û xweparastin e." Kandal, herî dawî bang li jinan kir ku tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin. 

Çalakiyên ku di 21'ê Mijdarê de destpê dikin, di 25'ê Mijdarê de bi meşa girseyi ya jinan bi dawî dibe, wê li van deran bê lidarxistin:

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

19'Ê MIJDARÊ
Li avahiya HDP'ê ya navçeya Gungorenê, saet di 14:00 de panel

21'Ê MIJDARÊ
Li avahiya HDP'ê ya navçeya Kuçukçekmeceyê, saet di 17:00 de panel û nîşandana fîlm
Li avahiya HDP'ê ya navçeya Avcilarê, saet di 17:00 de nîşandana fîlm

22'Ê MIJDARÊ
Li Meydana Bakirkoyê saet di 14:00 de çalakiya rûniştinê, li avahiya HDP'ê ya navçeya Sasncaktepeyê panel, li avahiya HDP'ê ya navçeya Maltepeyê saet di 15:00 de meş û çalakiya rûniştinê, li avahiya HDP'ê ya navçeya Kagithaneyê saet di 14:00 de nîşandana fîlm û hevpeyvîn, li avahiya HDP'ê ya navçeya Zeytînbûrnû saet di 15:00 de nîşandana fîlm û panel, li avahiya HDP'ê ya navçeya Fatîhê saet di 15:00 de panel û nîşandana fîlm, li avahiya HDP'ê ya GOP saet di 14:00 de nîşandana fîlm

23'Ê MIJDARÊ
Ji postaxaneya li Galatasarayê wê saet di 13:00 de bi TUAD'ê re ji girtiyên jin ên li girtîgehan re şal û kart bên şandin, dûre li dijî şîdeta mêr wê şano bê pêşkêşkirin, li avahiya HDP'ê ya navçeya Sûltangazî saet di 19:30 de wê ji ber qereqola ber bi mala cem ve meş bê lidarxistin

24'Ê MIJDARÊ
Li avahiya HDP'ê ya navçeya Sûltanbeyliyê saet di 14:00 de panel, li avahiya HDP'ê ya navçeya Kartalê saet di 18:00 de ji ber Egîtîm-Senê meşa bi meşaleyan, li Esenyûrtê saet di 17:00 de li hemberî şîdeta mêr meşa bi meşaleyan

25'Ê MIJDARÊ
Bi Platforma Jinê ya 25'ê re saet di 19:30 de ji Tunelê heta Meydana Galatasarayê meş

28'Ê MIJDARÊ
Li mala cem a li Gazî saet di navbera 14:00-18:00 de pêşkêşî, kursiya serbest û panel a hêzên demokrasiyê; li avahiya HDP'ê ya navçeya Umraniyeyê panel.