Li hember şîdeta li dijî jinê li Dortmundê mîtîng
Di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinê li bajarê Dortmund ê Elmanya jin hatin cem hev, mîtîng li dar xistin.
Di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinê li bajarê Dortmund ê Elmanya jin hatin cem hev, mîtîng li dar xistin.
Di pêşengiya Meclîsên TJKE mîtîngek ku 16 saziyên jin tevlî bûn hat lidarxistin, daxuyaniya Buroya Aştiya Jinan CENI amade kiribû hat xwendin. Di aktîvîteyê de peyamên 25’ê Mijdarê yên tevahî saziyên jinan hatin xwendin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi zîhniyeta AKP’ê û DAIŞ’ê her roj qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê, bi qanûnên Rewşên Awarte ên li Kurdistanê komkujî pêk tên. Hate diyarkirin ku eger pêşiya vê zîhniyetê neyê girtin wê bibe sedemên karesatên mezin, hate ziman ku di pêvajoyek wiha de hişmendî û rêxistinbûyina jinê xwedî girîngiyek mezin e. Di axaftinan de hate ragihandin ku îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber parastina pergalek xwe dispêre azadiya jinê û îradeya gelan e. Tecrîd wek polîtîkayek derveyî mirovatiyê hat pênasekirin.
Di çalakiya ku bi şîara “Ekîn Wan – Kevser Erturk Rûmeta Me ye” pêk hat de pankarta , “Garantiya Azadiya Me Xweparastin e” hat rakirin.
Çalakî bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.