JIN
Hemû Nûçe
-
Parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye
Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî û Pelşîn Koçgirî bal kişandin ser girîngiya pênasekirina rast a şîdetê û rêbazên têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin, ku parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye. -
Jin wê li Stockholmê ji bo Cansiz, Mîrxan û Wan findan vêxin
Jin wê îro li paytexta Swêd Stockholmê, saet di 18:00 de li meydana Medborgarplatsenê bicivin, sîstema ji serdestiya mêr û şîdeta li hemberî jinan protesto bikin. -
Şîdeta li dijî jinê gelo wê piştî 25'ê Mijdarê ji rojevê derkeve?
Dema hewl were dayîn daneyên li ser şîdeta li hemberî jinê were lêkolînkirin, wê heqîqet dernekeve holê. Tevî ku ev mijar bi qasî dîrokê kevn e, Civata Giştî ya NY ancax di sala 1993'an de Danezana Pêşîgirtina Şîdeta li hemberî Jinê qebûl kir. -
Banga daketina kolanan û xweparastinê li jinan hat kirin
Meclîsa Azadiyê ya Jinê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser 25'ê Mijdarê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku AKP û DAIŞ dijminatiyê li jinan dikin û hat gotin ku li dijî vê yekê jin pêşnegiyê ji şoreşê re dikin. -
Rêjeya jinên rastî şîdetê tên: ji sedî 90
KAMER'ê encamên lêkoşîna li ser şîdeta li dijî jinê aşkera kir. Li gorî lêkolîna KAMER'ê, ji sedî 90 ê jinan rastî şîdetê tên. -
‘Jina Kurd temsîla îradeya azad e’
Jinên Kurd ên li bajarokê Erşovê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan di civînekê de hatin cem hev. -
PAJK: Ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin em berxwedanê xurt bikin
Koordînasyona PAJK'ê, li dijî pêkanînên antî-demokratîk û faşîzan bang li hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir, ku têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û li her cihî belav bikin. -
'Hêza herî radîkal a têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê YJA Star e'
Gerîlayên jin ên li eniya pêş a bajarê Kerkûkê cih digirin anîn ziman ku YJA Star, ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê hatiye avakirin û destnîşan kirin ku hêza herî radîkal a têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê YJA Star e. -
Biryarek sosret: Jina rastî destavêtinê hat, bi hepsa 5 mehan hat cezakirin
Li Îzmîrê, jina bi navê E.T. a ku di dema êrîşa destavêtinê de xwe parast, bi 5 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin. Kesê ku dest avêt jî, ji ber "kêmaniya delîlan" beraet kir. -
Erdem: Divê jinên Başûrî xwe biparêzin
Fermandara YJA Starê ya eniya Kerkûkê Gulîstan Erdem got, "Girîng e jinên li Başûrê Kurdistanê li dora YJA Starê bicivin û li dijî her şêwe êrîşan zanibin xwe biparêzin." -
'Jineolojî zanisteke civakî ye'
Endama Komîteya Jineolojî Armanc Sarya got, "Çavkaniya me ya agahiyan yanî epîstomolojiya me, li ser bingeha têkoşîna çil salan derket holê. Di nava zanistiyan de navendên hilberîna agahiyan hene." -
Li Qamişlo mîtînga 25'ê Mijdarê
Jinên Qamişloyî û xebatkarên jin ên rêveberiya xweser, di mîtînga ji bo 25'ê Mijdarê de li hev civiyan. -
Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bê navber didomin
Çalakî û aktîvîteyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan didomin. Jinên Kurdistanîı û dostên wan li gelek welatan têkildarî 25’ê Mijdarê çalakî û panel li dar xistin. -
KCK: Li dijî şîdetê em li qadan têkoşînê pêş bixin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 25’ê Mijdarê weşand li hemberî şîdeta li dijî jinan û li hemberî şîdeta dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne banga derketina qadan û pêşxistina têkoşînê kir. -
TJK-E: Ji bo parastina hebûna xwe em xweparastine xurt bikim
TJK-E got, "Em, xwediyê mejiyên şer derdixînin, ji bo qezenca firotina çekan şer xwedî dikin, mirovan ji cih û warên wan dikin û di ser gel û jinên koçber bûne re bazariyê dikin, şermezar dikin." -
Komîsyona Jinan a KNK'ê li dijî AKP û DAIŞ'ê banga yekîtiya neteweyî kir
Komîsyona Jinan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinên Kurdistanî kir, ku bi têkoşîneke yekîtiya neteweyî, hevkariya antî-jin a AKP û DAIŞ'ê têk bibin. -
Li Dresdenê semînera li ser 25'ê Mijdarê
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Dresdenê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, semîneke hat lidarxistin. -
Şîdeta li dijî jinê li Baselê hat şermezarkirin
Di çarçovya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de, li navenda bajarê Swîsre Baselê meşek hat lidarxistin û şîdeta li hemberî jinê hat şermezarkirin. -
Jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan bûn
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê çalakî didomin. -
Li Parîsê panela 25’ê Mijdarê
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinê li Şaredariya Malakoff a paytexta Fransa, Parîsê panelek hat lidarxistin. -
Jinên Rihayî li hemberî şîdeta dewlet û zilam û li qadan e
Jinên Rihayî bi wesîleya “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê” li hemberî polîtîkayên cudakar û şîdetê yên bi piştgiriya dewletê li dijî jinan, derketin qadan. -
Li Wûppertalê jin li dijî şîdetê derketin
Rêxistinên jinan ên li bajarê Elmanya Wûppertalê daxuyaniyek dan çapemeniyê gotin "Ji şîdeta li hemberî jinê re NA". -
Li Londonê çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li paytexta Îngilîstan Londonê, rêxistinên jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê çalakiyek lidar xistin. -
Ji jinên Kobanêyî çalakiya 25'ê Mijdarê
Jinên Kobanêyî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, çalakî lidar xistin. -
Leyla… Îsadora Kurdan
Keçeke por re di nava tarîtiyê de, dansa nepenîtiya xwedewendan û jinên efsaneyî yên serdema kevin, dike: Îsîs, Nefertîtî, Belkis... Îsadora Kurdan Leyla Bedirxan.