Li Londonê çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li paytexta Îngilîstan Londonê, rêxistinên jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê çalakiyek lidar xistin.
Li paytexta Îngilîstan Londonê, rêxistinên jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê çalakiyek lidar xistin.
Rêxistinên jinên koçber ên Tirkiyeyî û Kurdistanî, bi xwepêşandan û daxuyaniyekê re, bernameya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê bi raya giştî re parve kirin.
Jin di 21'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 14:00 de li ber Pirtûkxaneya Wood Green li hev civiyan û pankartên bi nivîsa "Em jin in, li dijî şer û şîdetê xwe diparêzin' ên bi zimanên Kurdî û Îngilîzî vekirin. Jinên ji Rojavayê Kurdistanê jî bi alên YPG û YPJ'ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Meclîsa Jinê ya Roj û Jinên Nû jî amade bûn.
Çalakî, di şexsê Ekîn Wan de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû jinên ji ber şîdet û di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de bal hat kişandin ser êrîş û komkujiyên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û hat gotin, "Bi tenê şermezarkirina pêkanînên şîdet û qirkirinê yên sîstema baviksalariyê têrê nake. Weke rêxistinên jina û kesayetên li Londonê, me ji xweparastin û berxwedana jina a li Rojava û Kobanê, ji xweparastin û berxwedana li Cizîr, Farqîn û Nisêbînê îlham wergirtine û biryar dane ku bikevin ser rê! Em 25'ê Mijdarê bi perspektîfa xweparastina lid ijî şer û şîdetê pêşwazî dikin.
Em radigihînin, ku li hemberî her şêwe şîdeta li dijî jinê, em ê hêza xwe ya rêxistinbûyî û rêbazên têkoşîna xwe ya rewa bi kar bînin. Em ê kes û saziyên şîdetê li jinan dikin teşhîr bikin û mafê xwe yê xweparastinê yê rewa bi kar bînin."
Rêxistinên jinan ên di çalakiyê de bang li hemû jinan kirin ku ji bo cîhaneke wekhev, azad û dûrî ji şîdetê dest bidin hev. Çalakî bi banga tevlîbûna li çalakiyan bi dawî bû.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Çalakiyên ku banga tevlîbûna wan hat kirin, bi vî rengî ne:
25'ê Mijdarê roja Çarşemê, saet di navbera 12:00-14:00 de li ber Serokwezaretiya Îngilîstanê xwepêşandana protestoyî,
26'ê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 18:00 de, bi beşdariya Palamentera HDP'ê Selma Irmak, Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Jinên Sosyalîst Hatîce Guden û Nûnera PYD'ê Ronash Efrîn re li Kurdish Community Centre (KCC) panel,
28'ê Mijdarê saet di 18:30 de wê li navenda Londonê meşek bê lidarxistin.