Erdem: Divê jinên Başûrî xwe biparêzin

Fermandara YJA Starê ya eniya Kerkûkê Gulîstan Erdem got, "Girîng e jinên li Başûrê Kurdistanê li dora YJA Starê bicivin û li dijî her şêwe êrîşan zanibin xwe biparêzin."

Fermandara Yekîneyên Jinên Azad (YJA Star) a eniya Kerkûkê Gulîstan Erdem got, "Girîng e jinên li Başûrê Kurdistanê li dora YJA Starê bicivin û li dijî her şêwe êrîşan zanibin xwe biparêzin."

Gulîstan Erdem da xuyakirin, ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê ew weke mêvan ji bo semînerek li Kerkûkê hatiye vexwendin, li wê derê bi jinên Kerkûkî re rûniştine û got, "Di rojeke bi vî rengî de weke YJA Star civîna bi jinên Kerkûkî re ji bo me gelekî girîng û watedar bû."

Erdem da xuyakirin ku li hemberî jinên li Başûrê Kurdistanê şîdeteke dijwar tê kirin, ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin û got, "Êrîşên dijwar tên kirin. Jinên Başûrî rojane li pirsgirêkan rast tên. Dibin hedefa êrîşa zîhniyeta serdestîparêz. Tên kuştin, yan jî ji ber zextên li wan tên kirin dawî li jiyana xwe tînin. Ev rewş ji bo me YJA Starê rewşeke gelekî bi êş e û xusûseke girîng e."

Fermandara YJA Starê Erdem ragihand ku ew ne tenê ji aliyê leşkerî ve hêzeke xweparastinê ne û got, "Em neçarin ji her alî ve jinan li hemberî êrîşên sîstemê biparêzin. Em neçarin hişmendiya xweparastinê di nava civaka xwe de, bi taybetî jî li nava jinên Kurd biafirînin. Girîng e em jinê bigihînin asteke welê ku li hemberî her şêwe êrîş û şîdeta bav, bira, hevser û sîstema serdest xwe biparêze. Êrîş çi dibe bila bibe, ji ku tê bila bê, divê karibe xwe biparêze."

YJA STARÊ HÊVIYÊN MEZIN DA JINÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Gulîstan Erdem da zanîn ku gerîlayên jin li Başûrê Kurdstanê bi bendewarî û coşeke gelekî mezin hatin pêşwazîkirin û destnîşan kir ku hêzên YJA Starê bi berxwedana xwe ya ji roja destpêkê ve dimeşîne re, bandoreke girîng li gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî jinan kirin.

Fermandara Eniya Kerkûkê Gulîstan Erdem got, "Em dixwazin vê bandora erênî xurttir bikin. Em bawerin ku ev hêvî û bawerî wê bêhtir bi pêş bikeve" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hêzên YJA Starê di demeke ku êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Başûrê Kurdistanê gelekî giran bû de hat Kerkûkê û herêmên din. Bêguman jin jî me ne tenê weke jinên li eniyê şer dikin, dibînin. Ji bo xwe weke hêviyeke mezin û hêza ji her alî ve dikare jinan biparêze, dibînin. Ji ber vê yekê bi kêfxweşî, moral û coşeke mezin pêşwazî kirin. Ev nêzîkatî ji roja destpêkê ve neguherî. Pêwîste jinên li Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir li dora vê hêzê bicivin û xwe bigihînin wê astê ku li her qadê xwe biparêzin. Em amade ne di vî warî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin."