Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bê navber didomin
Çalakî û aktîvîteyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan didomin. Jinên Kurdistanîı û dostên wan li gelek welatan têkildarî 25’ê Mijdarê çalakî û panel li dar xistin.
Çalakî û aktîvîteyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan didomin. Jinên Kurdistanîı û dostên wan li gelek welatan têkildarî 25’ê Mijdarê çalakî û panel li dar xistin.
Çalakî û aktîvîteyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan didomin. Jinên Kurdistanî û dostên wan li gelek welatan têkildarî 25’ê Mijdarê çalakî û panel li dar xistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku jin pêşengiyê ji şoreşê re dikin. Jinan ku gotin: "Li cîhanê her 5 deqeyan jinek dimire, rastî şîdetê tê” diyar kirin ku ‘şerekî sîstematîk heye’.
GAVLE
Li bajarê Gåvle yê Swêd li DTKM’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê semînerek hat lidarxistin.
Di semînera ku ji aliyê Komîsyona Jinan a Gåvle ve hat organîzekirin, aktîvîsta TJK-E Zeynep Amara bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê û mijarên xweparastinê. Amara her wiha li ser têkoşîna azadiya jinên Kurd jî rawestiya û rola pêşeng a jinan a di xwerêveberiyan de nirxand.
Jinên tevlî semînerê bûn pirs û nirxandin kirin.
MOSKOWA
Tevgera Jinên Kurd a Civaka Dewletên Serbixwe (CDS) li paytexta Rûsya, Moskowa daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya vê sibehê saet 10.00’an li pêşiya Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin de wiha hat gotin: “Di tevahî dîroka mirovatiyê de her roj û her kêlî jin rastî êrîşa zîhniyeta zilamê serwer hatine û cuda hatine dîtin.”
Di çalakiya ku gelek jin bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PAJK, KJK’ê tevlî bûn de wiha hat gotin: “Di pêvajoya dawî de di êrîşên Şengal û Kobanê yên DAIŞ’a ji rêxistinên terorîst ên herî bi xwîn ên dîroka mirovatiyê ye, zerara herî mezin dîsa jinan dîtiye. Çeteyên berhema zîhniyeta ku îradeya jinê bi hezaran salan înkar dike, di serî de êrîş birin ser jinê. Zîhniyeta ku ji îradeya jinê ditirse û naxwaze bi rêxistin bibe, di erdnîgariyek wek Rojhilata Navîn girîng de ji rêxistinbûyin û xurtbûna jinê tirsiyan. Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de jinên bûne îrade êdî bi qasî ku li ser lingên xwe dikarin bisekinin ewqasî jî dikarin xwe di her qedemeya civakê de îfade bikin û biparêzin.”
Di çalakiyê de Şaxa Ciwanan a Tevgera Jinên Kurd a CDS û xwendekarên zanîngehê yên Rûs, Fermandarê BOG’ê Azîz Guler yê 21’ê Îlonê di şerê li hember DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anîn.
WESSEL
Meclîsa Jinên Êzidî û ÛTAMARA li Wessel a girêdayî Bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya semînerek jinan li dar xist.
Di semînerê de hate destnîşankirin ku divê jinên Êzidî zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Hate bibîrxistin ku jinên Kurd li Şengal û Rojava ji şoreşê re pêşengiyê dikin.
Hate diyarkirin ku DAIŞ, nûnerê herî jor ê pergala baviksalarî ye û wiha hat gotin: “Li hember qirkirinên jinan û her wiha hewldanên qirkirinê li tevahî qadan xweparastin garantiya azadiya jinan e.”
Di semînerê de li hember zewacên di temênê biçûk û qelen de jî bertek hatin nîşandan.
DREÛX
Li Fransa bi wesîleya 25’ê Mijdarê Navenda Çanda Elewî ya Dreûx, bi mijara “Di Elewitiyê de cihê jinê” panelek li dar xist. Aktîvîsta Tevgera Jinan Rojda Yildirim wek axaftvan tevlî panelê bû.
Di panelê de di çarçoveya dîrokê de pirsgirêkên jin û civakê hatin nîqaşkirin, beşdaran pirsgirêkên xwe anîn ziman. Di panelê de wiha hat gotin: “Modernîte ferdan ji civakê îzole dike, bi destê desthilatiyê şîdet li hemû astên civakê tê belavkirin.”
Bi taybet ji bo civaka Elewî wiha hat gotin: “Pêwîst e dawerivandinek rêgezî pêk bê û nêrîna azadiyê xwe ji çanda kapîtalîst bişo.” Di panelê de hat diyarkirin ku divê jiyanek ji cînsiyetparêziyê dûr bê jiyîn û têkoşîn bê bilindkirin.
Di beşa encamê ya panelê, hate diyarkirin ku di xebatên pêwîst ên ji bo bilindkirina rêxistinbûyina jinê hê jî xwedî kêmasî ne. Di dawiya panelê de hat ragihandin ku divê Elewî bi nirxên xwe yên re werin cem hev.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrg ê Fransa, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk aktîvîteya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin.
Di panela ku ji aliyê Meclîsa Jinan hat lidarxistin de Rojda Yildirim axivî, mijara bê ka çawa cînsiyetpereziya civakî û cudakirina cînsan pêşeroja civak û zarokan bandor dike anî ziman. Yildirim got:
“Em van mijaran li vir bi hev re nîqaş dikin, niha li cihekî din ê cîhanê gelek jin tên qetilkirin. Li cîhanê her 5 deqeyan jinek dimire, şîdetê dibîne. Dema ev panel bi dawî bû wê gelek jinên din jî bimirin. Ev şerekî ku nav lê nehatiye kirin, bêdem û sîstematîk e. Ji bîlançoya şerekî asayî zêdetir windahiya canan heye. Îstatîstîkên cîhanê nîşan didin ku tevî şîdeta li dijî jinê pirsgirika herî bingehîn e, lê mixabin mijarên nayê nîqaşkirin in jî.”