Li Wûppertalê jin li dijî şîdetê derketin

Rêxistinên jinan ên li bajarê Elmanya Wûppertalê daxuyaniyek dan çapemeniyê gotin "Ji şîdeta li hemberî jinê re NA".

Di çarçoveya çalakiyên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan li bajarê Elmanya Wûppetalê saet di 15:00 de li ber Cîty Arakadenê daxuyaniyek hat dayîn. Di dema dayîna daxuyaniyê de rêxistinên jinan ên Elman jî amade bûn.

Ji Meclîsa Jinê ya Viyan Semra Temel li vir axivî û diyar kir ku jinên rêxistinbûyîn li dijî şîdeta li hemberî jinê têdikoşin û got, "Şîdeta li hemberî jinê li her derê tê kirin. Li her derê rûyê şîdetê cuda ye. Bi taybetî şîdeta li jinên li Tirkiyeyê tê kirin, gelekî bi êş û giran e. Ji ber ku hem terora dewletê heye, hem jî rêxistinên çete yên li dijî mirovahiyê yên weke DAIŞ'ê hene. Girîng e li hemberî vê têkoşîn were meşandin. Lewma em bang li hemû jinên rêxistinbûyî dikin, ku piştigiya he bikin. Em jin çiqasî bêdeng bimîni, wê komkujî, koledarî, şîdet û mêtîngerî her tim li ser serê me bin. Ji bo li dijî vê derkevin, em dengê xwe bi hev re bilind bikin."

Piştî axaftinê hat ragihandin ku wê bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, di 25'ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 17:00 de li ber Cîty Arkadenê wê mîtîngek were lidarxistin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bila komkujiyên li hemberî jinan bên sekinandin" û "Bijî piştgiriya navneteweyî" qediya.